'Perwerde ji nan û avê girîngtir e' 2019-05-09 13:12:52   HESEKÊ - Piştî neh heyvan ji sîstema xwendinê û perwerdê, îro deriyê dibistanan tê girtin. Di 14'ê heyvê de dê bawername li zarokan were belavkirin.   Dibistanan di Îlonê de deriyê xwe ji zarokan re vekirin, piştî perwerdeya 9 mehan îro hemî dibistanên Navçeya Til Temir û gundewarê wê yên girêdayî Kantona Hesekê, têne girtin.    Derbarê sîstema xwendinê de Endama Rêveberiya Komîteya Rêvebirina Dibistanan Rênas Elo ji Ajansa me re axivî.   Rênasê sîstema xwendin û perwerdeyê nirxand û wiha got: "Perwerdeya îsal a mamoste û şagirtan bi rengekî gelekî baş hate derbaskirin. Hember hemû zehmetî û astengiyan riyê çareseriyê hebûn. Zarok êdî girîngiyê didin xwendinê û zimanê dayîkê.   Rênasê dema belavkirina bawernameyan diyar kir û wiha dewam kir: "Di 2 werzên perwerdeyê de asta hemî şagirtan têne nirxandin, êdî li gorî wê bawername tên belavkirin. Di 14'Gulanê de dê bawername li şagirtan were belavkirin."    Rênasê bal kişand ser perwerdeya mamosteyan û wiha dom kir: "Perwerde ji nan û avê girîngtir e, her çiqas mamosteyên me perwerdeya xwe bibînin dê ewqasî mêjiyê wan zengîn bibe. Piştî dawîkirina demsala xwendinê dê mamoste tevahî derbasî dewreyê perwerdeyê ên Amadehî, Navîn û Seretayî bibin."   Rênasê spasiya keda mamosteyan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Mamosteyên me gelekî diwestin, lê dema ji keda wan şagirtên jîr derdikevin em gelekî şanaz dibin. Em spasiya keda wan dikin û ji zarokan re serkeftinê dixwazin."