Gelê Qamişloyê bi meşekê diwarên li Efrînê tê lêkirin şermezar kir 2019-05-09 13:04:16   QAMIŞLO - Bi armanca şermezarkirina dîwarê ku dewleta Tirk di navbera Efrîn û Şehbayê de çêdike, gelê Qamişloyê meş li dar xist.   Ji bo şermezarkirina dîwarê di navbera Efrîn û Şehbayê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye avakirin, Kongreya Star û Rêveberiya bajarê Qamişloyê meşek bi dirûşmeya "Em ê berxwedanê mezin bikin, dîwara hilweşînin Efrînê rizgar bikin" li dar xistin.   Bi kombûna sedan welatiyê bajarê Qamişloyê û bi giştî saziyên Rêveberiya xweser ya demokratîk û asayîşa bajarê Qamişloyê tevlî nava çalakiyên meşê bûn.   Meş ji qada şehîdên biyan ya taxa Enteriyê ya bajarê Qamişloyê dest pê kir, di nava meşê de wêneyên zarokên ku di berxwedana Efrînê de jiyana xwe ji dest dan, wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hatin hildan, her wiha dirûşmeyên "Bijî berxwedana Efrînê" û "Bi can bi xwîn em bi terene Efrîn" hatin berzkirin.   Piştî ku meş li ber deriyê Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi dawî bû,  bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê hat rawestandin. Her wiha daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Kongreya Star ya Rojhilata bajarê Qamişloyê Menîce Heyder ve hate xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Bi navê Kongreya Star ya bajarê Qamişloyê dîwarê di navbera Efrîn û Şehbayê de em şermezar dikin. Ev bêhtirî salek û 3 mehane ku dewleta Tirk herêma Efrînê talan kiriye û welatiyê wê neçarî koçberiyê bûn, niha jî dîwarek di navebera Efrîn û Şehbayê de çêkiriye da ku Efrîn ji Sûriyeyê qut bike û bike yek ji bajarên xwe. Li himberî vê dagirkeriyê  dewletên navenetewî qet dengê xwe nakin.Lê em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi îrade û berxwedan xwe em ê dewleta Tirk û hevkarên wê têk bibin û vî dîwarî ji kokê em ê hilweşînin."    Çalakî bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.