Ji Meclisa Ciwanan li dijî tecrîdê meş 2019-05-09 10:59:35   AMED - Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê, bi meşa li Amedê li dar xistin bal kişand ser greva birçîbûnê, rojiya mirinê û tecrîdê.    Endamên Meclisa Ciyanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo tecrîdê şermezar bikin balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê duh êvarê li Amedê meş li dar xistin.  Ciwanên ku li taxa Kaynartepe ya Baglara Amedê hatin gel hev, dirûşmên "Amed ranezê li zindanan xwedî derkeve", "Bijî berxwedana zindanan", "Daxwaza Leyla Daxwaza Me ye" berz kirin û li nava taxê geriyan.