Şîrîna serhildêr a ku serî ji Rejîma Îranê netewand 2019-05-09 10:37:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Şîrîn Elemhulî di sala 1981'an de li gundê Dêmqişlaqê yê bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Di 26'ê Gulana sala 2008'an de li bajarê Tahranê ji aliyê pasdarên Îranê ve tê binçavkirin. Di 19'ê Cotmeha sala 2009'an de li 15'emîn Dadgeha Şuraya Şoreş a bajarê Tahranê tê darizandin û ji ber têkiliya wê ya bi Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) ê re cezayê darvekirinê didinê. Di 9'ê Gulana sala 2010'an de li Girtîgeha Evîn a Tahranê li gel 4 hevalên xwe Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Alî Heyderiyan û Mehdî Îsamiyan hat darvekirin. Şîrîna ku daxwaza neyarên xwe qebûl nekir li dû xwe nameyek hişt û di nameyê de anî ziman ku ew serî natewîne.    Şîrîn Elemhulî di sala 1981'an de li gundê Dêmqişlaqê yê bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Di 26'ê Gulana sala 2008'an de li bajarê Tahranê ji aliyê pasdarên Îranê ve tê binçavkirin. Di 19'ê Cotmeha sala 2009'an de li 15'emîn Dadgeha Şuraya Şoreş a bajarê Tahranê tê darizandin û ji ber têkiliya wê ya bi Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) ê re cezayê darvekirinê didinê. Di 9'ê Gulana sala 2010'an de li Girtîgeha Evîn a Tahranê li gel 4 hevalên xwe Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Alî Heyderiyan û Mehdî Îsamiyan hat darvekirin. Dema ku Şîrîn hat darvekirin 28 salî bû. Beriya darvekirinê bi rojekê nameyek nivîsî û bi awayekî şand ji derve. Di nameyê de nehiqûqî destnîşan dikir û biryara di derbarê wan de hat sitendin weke biriyarek siyasî pênase dike.    Nameya Şîrînê wiha ye:   "Îro 2’yê Gulana 2010’an e, dîsa lêpirsîna min kirin…   Wan ji min xwestin ku ew çi dibêjin, ez dubare bikim û min wiha nekir. Lêpirsger got: ‘me dixwest par te berdin, lê ji ber malbata te hevkariya me nekir, heta vir rewş dirêj kir.’ Lêpirsger bixwe jî li xwe mukir hat ku ez tenê rehîneyek im, di destên wan de. Heta bigihêjin armanca xwe wê min li vir bigirin. An jî di encamê de ez ê bême dardekirin. Lê nema azad dibim.   'Gelo sedema sêdarê kurdbûna min e?'   Ji bo çi divê ez girtî bimînim, an jî bême dardekirin? Gelo bersiva wê ji ber Kurdbûna min e? Wê demê ez dibêjim ez Kurd hatime dinyayê û ji ber vê jî min pir êş û zehmetî kişandiye. Zimanê min Kurdî ye. Wiha ez bi malbat, heval û nasên xwe re têkîliyê datînim. Ez bi vî zimanî mezin bûme û zimanê min pira têkîliya me ye. Lê destûr nîne ez bi zimanê xwe biaxivim, bi zimanê xwe perwerde bibînim û destûr nîne ez bi zimanê xwe binivîsim.   'Ditirsin ku agahiya dardekirina zarokên xwe bibihîzin'   Ew îşkenceyên we li ser min pêk anîn, bûye kabûsa şevên min. Ew êş û derda rojane ku ji ber îşkeceyan çêbûne, rojane bi min re ne. Ji ber serê min derb kirine serê min gelek diêşe. Hin rojan êşên dijwar êrîşî min dikin. Serêşa min ewqas zêde dibin ku êdî haya min ji  min çê nabe. Bi saetan ez ji ser hişê xwe ve diçim û di encamê de ji pozê min xwîn diherike. Paşê hêdî hêdî ez têm ser hemdê xwe û şiyar dibim. Ez dizanim ev kiryar ne tenê li ser min û malbata min e, li ser hemû zarokên Kurdan e, bi taybet ên wek Zeyneb Celaliyan û Ronak Sefarzade jî pêk hatiye. Çavên dayîkê Kurdan her roj bi bendewariya dîtina zarokên xwe şilî ne. Her bi fikar in ka wê çi biqewime. Her ku zîla telefonê lê dixe, ditirsin ku agahiya dardekirina zarokên xwe bibihîzin.   'Lê ez dev ji têkoşîn û doza xwe bernadim'   Îro 2’ê Gulana sala 2010'an e. Careke din ji bo lêpirsînê ez birim odeya 209’an a girtîgeha Êvînê. Carek din îtîhamên bêkok dubare kirin. Ji min xwestin ku bi wan re hevkariyê bikim da ku hukmê dardekirinê bişkê. Ez nizamin ev hevkarî tê çi wateyê, di rewşekê de ku ji tiştên min gotî wêdetir tu tiştekê ji bo gotinê nemabe. Di encamê de wan ji min xwestin ku ew çi dibêjin, ez dubare bikim û min wiha nekir. Di encamê de ez ê bêm e dardekirin û nema azad dibim. Lê ez dev ji têkoşîn û doza xwe bernadim."