Qada projeya wê hat sekinandin 4 sal in kolandî hatiye hiştin 2019-05-09 09:32:46   MÊRDÎN - Ji aliyê şaredariya DBP’ê ve piştî hilbijartinên herêmî yên 2014’an şûnde ji bo pirsgirêka trafîkê ya bajar bê çareserkirin, projeya otoparka 3 katî hatibû destpêkirin. Lê piştî qeyûm hat proje hat sekinandin û qada otoparqe ev 4 salin bi awayekî kolandî hatiye hiştin.   Li Mêrdînê di dema qeyûm de tenê projeya lambeyan hebû. Di hilbijartinên 2014’an yên herêmî de Ahmet Turk hilbijartin qezenc kir û li Deriyê Amedê xebatên çêkirina otoparka 3 katî da destpêkirin û di çarçoveya vê de kolandinên hatin kirin jî ev 4 sal in wek xwe maye.   Ji bo otoparka li qada Deriyê Amedê û taxa Artukliyê ye, 4 sal berê kolandin hatibûn kirin. Piştî kolandina 4-5 metreyî qedya şûnde qeyûm tayînê şaredariyê bibû û proje nîvco mabû. Ji bo pisgirêka trafîkê ya bajar bê çareserkirin, ev xebat hat destpêkirin, lê piştî qeyûm proje hat sekinandin. Qeyûm dora qadê bi textan girt.   Pisgirêka trafîkê didome   Qad ji bo gel rîskek mezin ava dike û nayê zanîn ku wê heta kengê ev wisa bidome. Her wiha pirsgirêka trafîkê ya bajar jî hîna nehatiye çareserkirin. Bi germbûna hewayê re jî tê payîn ku wê 5 mîlyon turîst bên bajar. Ji niha de trafîka bajar xitimiye. Nezelaliya qada kolandî hîna didome.