'Em ê sibêhê dîsa li ber Girtîgeha Bakirkoyê kom bibin' 2019-05-08 15:03:04   STENBOL - Dayikên girtiyan li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakî pêk anîn û xwestin tecrîd bi dawî bibe û zincîra jiyanê ava kirin û bertekên xwe anîn ziman.    Dayikên Girtiyan li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li pêş Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê nobeta xwe berdewam kirin. Dayik ji bo nobetê carek din li pêş girtîgehê kom bûn û daxwazên xwe anîn ziman. Dayikên ku bi rojan rastî mudaxaleya polîsan tên, careke din li Rawestgeha Sîteya Zarokan a Rêya E-5 gihiştin hev. Polîsan disa hemû rêyên diçin girtîgehê girtin û destûr nedan ku dayik bimeşin. Dayikan ev helwesta polîsan şermezar kir û  çalakiya rûniştinê li dar xistin. Polîsan got 'Hîn ji vir ranebin ez ê we binçav bikim' û gef li dayikan xwar.    Dayikên girtiyan bertek nîşanî polîsan dan û gotin "Hûn çi bikin bikin em îro ji vir ranabin" û biryardariya xwe anîn ziman. Polîsan nasnameyên dayikan di GBT'ê re derbas kir. Parezerê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Sezen Tekin û Kudret Tekin li ser vê yekê bi palîsan re hevdîtin kir. Lê ji ber encam derneket, malbatan li ser vê yekê Zincîra Jiyanê ava kirin. Dayikan xwestin heta avahiya HDP'ê ya Fatîhê bimeşin, lê piştî meşa demekê dîsa polîsan dayik dorpêç kirin.    Dayikên rastî dorpêça polîsan hatin dîsa bertek nîşan dan û gotin "Em ê sibê dîsa li ber Girtîgeha Jinan a Girtî ya Bakirkoyê kom bibin. Dayikan bang li hemû dayîkan kir ku li vir kom bibin. Dayikên ku kom bi kom ji cihê çalakiyê belav bûn polîsan ew heta nokteyekê şopandin.