'Bi têkoşîna jinan em ê vegera Efrînê' 2019-05-08 10:25:57   Hesna Muhemed   ŞEHBA - Rêxistina Kongreya Star a Efrînê ji bo parvekirina rewşa dawî û rêxistinê, bi gel re li gundewarên Kantona şehbayê civînên xwe didomîne.    Rêxistina Kongreya Star a Efrînê ji bo parvekirina rewşa dawî û rêxistinê, bi gel re li gundewarên Kantona şehbayê civînên xwe didomîne.  Civîn herî dawî li gundê Kefer Naye û Navçeya Ehres hat li dar xistin.   Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî têkoşerên azadiyê dest pê kir, paşê ji aliyê endama Kongreya Star Newroz Yûsif civîn hat dayîn. Newrozê di axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtina ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hat kirin û got:  "Dijmin her dixwaze berxwedana gel bişkîne û rawestîne, lê ji bo hevdîtinek ne bes e û berxwedana me neşkê, bi pêşengtiya Leyla û rêhevalên wê dê ev têkoşîn bidome, heta gel bigihêje armanca xwe. Êrîş û gefên Tirkiyeyê nikare vîn û hêza jinan têk bibe."   'Dê jin vegera Efrînê mîsoger bikin'   Jina bi navê Wefa Necar axivî û got: "Em bi hêvî ne ku vegera Efrînê di demek nêz de be û ji bo rizgarkirina Efrînê em her û her li qadan û di nav çalakiyan de bin. Efrîn cih û warê bav û kalên me ne, ne ya Erdogan e, em jî jin li hev kom bûne ji bo vegera Efrînê mîsoger bikin.Dê jin vegera Efrînê mîsoger bikin."   'Em bi ax û welatê xwe ve girêdayî ne, em ê vegerin'   Her wiha Zeyneb Ebdelo jî  ev tişt got: "Bê sûc dewleta faşîst axa me dagir kir û em koçberî kantona şehba bûn, lê em bi ax û welatê xwe ve girêdayî ne. Erdogan wê çi dike, bila bike nikare îradeya jina Kurd bişkîne. Efrîn jî ya şehîd û gelê xwe ye, kesên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin bila rewşa gelê Sûriyeyê bibînin. Em civînê xwe çêdikin û rêxistina xwe xurt dikin."   'Bi berxwedan û hêza jinê dê Efrîn rizgar bibe'   Rufeyde Nasir jî wiha axivî û got: "Em li civîna Kongreya Star amade bûn, em rêxistin û hevgirtina xwe xurtir dikin. Jinên li Sûriyeyê û bi taybet jina Kurd berxwedanek pir dijwar li hember dijmin kirin, bila dijmin naske ku jin dev ji berxwedana xwe bernadin heta Serok Apo azad nebe û Efrîn rizgar nebe, ji ber ku Efrînê wê bi berxwedan û hêza jinê were rizgarkirin."