Dayikên girtiyan: Dewlet ji dayikan ditirse 2019-05-08 09:11:56   ÎZMÎR - Dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de ne bang li serokomar kir û diyar kirin ku ji mirinên girtîgehan ew berpis e û gotin; Ev tecrîd ji bo çi ye gelo? Berpirsê her tiştî tu yî.’   Piştî 8 salan şûnde di 2’ê Gulanê roja pêncşemê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku li Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê girtiye, parêzerên wî hevdîtinek kirin. Naveroka hevdîtina saetekê û peyama Abdullah Ocalan rojek berê bi rayagiştî re hat parvekirin û her kesî berê xwe da girtiyên di greva birçîbûnê de. Piştî saetan şûnde girtiyan jî daxuyanî dan û diyar kirin ku hevdîtin erênî ye lê ev nayê wateya rakirina tecrîdê û got heta daxwazên wan neyên qebûlkirin wê çalakî bidome.   Dayikên ku zarokên wan di grevê de ne bang li Tayîp Erdogan kirin û gotin: “Bila ne dayikên Tirk, ne dayikên Kurd negirîn. Êdî bes e, bila tecrîd rabe.”   ‘Çima ev tecrîd’   Dayika girtiyê bi navê Ozkan Yaşar ê li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 3'yan a Şakranê ji 1’ê Adarê de girtiye, Xezal Yaşar got kurê wê dijhiqûqî tê girtin û wiha got: “ Zarokên wî namirin. Zarokên dayikên Kurd dimirin. Gerîla û leşker dimirin. Kezeba wî naşewite. Madem tu serokomar î, bila mezinahî ya te be. Madem tu durist î gelo ev tecrîd çima heye? Çend kes li girtîgehê mirin. Sedema hemûyan tu yî. Te ev komkujî kir. Ger te qedexe nekiriba wê evqas kes neçûba ber mirinê.”   ‘Çima dayik tên astengkirin’   Xezalê daxuyakirin ku kurê wê 14 sal e di girtîgehê de ye û got: “Kurê min ji we re leşkerî kir. Madem Kurd xerab in çima ji we re leşkerî kir? Ez ê wek dayikekê çawa li mala xwe rûnim? Rê nadin dayikan. Çima? Ez 71 salî me. Ez ne zarok im. Ez bang li hemû parêzvanên mafê mirovan, çapemeniya cîhanê dikim; bila xwedî li me derkevin. Zarokên me hatine ber mirinê. Em dest ji têkoşînê bernadin. Derûniya me xera bû. Sûcê van ciwanan çi ye? Em ji Wezareta Dadê, saziyên mafê mirovan ê Ewropayê bi gazinc in.”   ‘Dewlet ji dayikan ditirse’   Dayika Firat Yagmekan ê li Girtîgeha Hejmara F-2 a Kiriklarê dimîne, Sultan Yagmekan jî destnîşan kir ku ciwan roj bi roj nêzî mirinê dibin û wiha pê de çû: “ Gelek girtî rewşa wan ne baş in. Êrîşî dayikan dikin. Ancax em zarokên xwe xilas bikin. Em natirsin. Bila kes jî ji me netirsin.”   Hevjîna Abdulbahrî Yildirim, yê li Girtîgeha Hejmara T-2 a Şakranê dimîne û 26 sale girtiye, Hanim Yildirim jî bi lêv kir ku yekane daxwaza girtiyan rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan e û bang kir ku divê hemû kes xwedî li girtiyan derkevin.   Dayika Abdulvahap û Şîar Aydemîr ên li Girtîgeha Tîpa T ya Odemîş a Îzmîrê ji 1’ê Adarê de di grevê de ne, Yildiz Aydemîr ne tenê ji bo zarokên xwe ji bo hemû girtiyan banga hestiyariyê kir û wiha dawî lê anî: “Divê em destûrê nedin mirinan. Rewşa girtiyan pir xerab e. Ne ji bo zarokên xwe ji bo hemû berxwedêran edeletê dixwazim.”