'Bi berxwedan û îradeya jina Kurd wê tecrîd têk biçe' 2019-05-08 09:06:32   ŞEHBA - Hevseroka Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Efrînê Şîraz Hemo di derbarê çalakiya dayikan a greva birçîbûnê de wiha got: "Em berxwedana Dayîkên Aştiyê ya li pêşiya girtîgehên dewleta Tirk pîroz dikin, ev çalakî dîrokî ye. Bi berxwedan û îradeya jina Kurd wê tecrîd têk biçe."   Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û rêhevalên wê ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan were şikandin berdewam dike, dayîkên girtîgehên azadiyê jî bi zarokên xwe re li pêşiya girtîgehên dewleta Tirk ketine çalakiya greva birçîbûnê. Derbarê vê mijarê de Hevseroka Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Efrînê Şîraz Hemo axivî.   Şîrazê wiha dest bi axaftinê xwe kir û got: "Di dîroka gelê şoreşger de, gelê ku dixwazin bigihêjin azadiyê, her û her bi pêşengtiya jinê ev berxwedana kirine. Ji ber ku di destpêka dîrokê de û heta roja me ya îro jin her tim civak bi rê ve biriye weke xwedawend, girêdayî vê berxwedanê ye. Weke tê dîtin îro bi pêşengtiya Leyla Guven çalakiya greva birîçbûnê tê kirin û li hemû deverên cîhanê belav bûye. Leyla nûnertiya hemû jinên xwedî îrade dike."   'Ji bo azadiya Kurdistanê hatin dîlgirtin'   Di berdewamiya axaftina xwe de Şîrazê bal kişand ser berxwedana dayikanên  li pêşiya girtîgehên dewleta Tirk û wiha pê de çû: "Dayikên Aştiyê û aramiyê ji bo tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan were şikandin û piştgiriyê bidin zarokên xwe yên di girtîgehan de li pêşiya zîndanên dewleta Tirk ketine çalakiya greva birçîbûnê. Bi rastî ev sekneke dîrokî ye li hember pergalên faşist a ku her tim dixwazin dengê azadiyê qut bike. Bi hezaran kesên siyasetmedar û rojnemevan yên dengê xwe bilind kirine ji bo azadiyê hatine dîlgirtin."   'Kes nikare vîna jinê bişkîne'   Şîrazê di dirêjahiya axaftina xwe de  li ser greva birçîbûnê ev tişt got: "Nêzî 7000 kes di greva birçbûnê de ne û 15 kes jî di çalakiya rojiya mirinê de ne. Ji bo azadiya Serok Apo, bêdengiya navneteweyî li ser vê yekê berxwedana rojiya mirinê berdewam e. Ev jî tê wateya ku tu kes nikare li hember îradeya gelê kurd û bi taybet jinê bisekine. Çimkî bi îradeya jina kurd wê dawî li pergala dewleta Tirk û serweriyê bînin. Mînaka berbiçav çalakiyên fedayî yên jinên kurd ên ji bo parastina axa xwe ya ji dijmin e.  Jinên fedaî yên weke Avesta, Barîn, Arîn û bi sedan berxwedêrên jin di dîrokê de olan daye."   'Heta ku tecrîd neyê şikandin wê berxwedan bi dawî nebe'    Şîraz diyar kir ku di encama îrade û berxwedana gel de, parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî 8 salan hevdîtinek  kirin û wiha got:"Ev daxuyanî û hevdîtin têra me nake û berxwedana gel wê bidome heta tecrîd  ji ser Serok Apo were rakirin. Piştgiriya me jî weke jinên Efrînê ji çalakiya greva birçîbûnê re berdewam e û li ser şopa Leyla Guven em dimeşin."   'Gelê Kurd li hember pêvajoya qirkirina dîroka xwe ew ê bibe bersiv'   Di dawiya axaftina xwe de Şîrazê wiha got: "Gelê Kurd wê bibe bersîv li hember pêvajoya qirkirina dîroka xwe, em ê bi hêz û îradeya jinê li hember vê qirkirinê bisekinin û berxwedana xwe berdewam bikin."