Li dibistanên Kobanê kelecana xwendekaran 2019-05-08 09:04:49   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Şagirt û mamosteyên Kobanê amedekariyên xwe yên bi dawîkirina salê dikin. Şagirt di nava kelecana ezmûn û encaman de ne û mamoste jî li ser nirxandin û amadekariya bawernameyên şagirtên xwe dixebitin.   Piştî salek têr û tîje ya bi  xwendin û perwerdeya bi zimanê zikmakî, li Kantona Kobanê êdî şagirt ber bi dawîkirina serdema duyemîn ve diçin. Niha hemû dibistanên Kobanê di nava pêvajoya ezmûnan de ne. Weke ku hat payîn dibistan di 13'ê vê mehê de wê bi rengekî fermî bi dawî bibin. Di çaçoveya bidawîbûna dibistanan  me nêrînên şagirt û mamosteyan ên di derbarê salê de girtin.   'Em bi kelecanek mezin li benda encaman in'   Şagirta dibistana Şehîd Hogir, Dîlber Ûbeyd nêrîna xwe bi vî rengî anî ziman: "Em xwendina xwe ya vê salê bi dawî dikin û em bi kelecanek mezin li benda encaman in. Zêdetir encam giraniya xwe dide ser nirxandina kesayetên şagirtan. Em spasiya mamosteyên ku keda ji bo me dane dikin."   'Bi giştî sal baş bû'   Her wiha Berfîn Ehmed ku ji heman dibistanê ye wiha axivî: "Ji bo nirxandina giştî salê mirov dikare bêje saleke baş bû, hem di milê şagirtan de û hem di milê mamosteyan de. Lê kêmasiyên ku derketine di hebûna pirtûkan de bû, ji ber vê jî em hêvî dikin ku di sala bê de ev yek were çareserkirin. Ji bo min waneya herî xweş Felsefe bû, ji ber ku fikrên nû pêşkêşî min dikir û bi bandor bû."   'Şagirtan meteryal baş girtin'   Mamoste Lûtifiye Naasan ku di dibistana şehîd Gûlîstan de dixebite wiha nêrîna xwe anî ziman: "Em êdî ji şagirtên xwe xatir dixwazin û bawernemeyên wan amede dikin. Di vê salê de asta girtina şagirtan ji salên borî baştir bû. Êdî mirov dibîne ku zarok bi meteryala nû re xwe kirine yek. Şagirtên refa min piranî serkeftî ne û yên lawaz jî ez giraniya xwe didim ser wan da ku ew jî bigihêjin asta hevalên xwe."   'Ez ji zimanê Kurdî û Bêrkariyê hez dikim'   Di heman demê de şagirtê bi navê Can Ehmed ku ew jî di dibistana şehîd Gûlîstan de ye wiha got: "Dibistan ji bo min pir xweş e, hevalên min hene em hem bi hev re dixwînin û hem jî dilîzin. Waneya ku ez pir jê hez dikim û tê de jîr im Ziman û Bîrkarî ye. Lê ya ku min tê de astengî dît Civaknasî bû."    'Em bi zimanê xwe ve hatine girêdan'   Rojda Henîfî ku ew jî di heman dibistanê de ye wiha got: "Ez pir ji mamoste, dibistan û hevalên xwe hez dikim. Ya herî xweş jî zimanê me yê Kurdî ye. Me berê nizanîbû ji ber vê jî me zehmetî didît, lê niha piştî ku em fêr bûn me ji zimanê xwe zêdetir hez kir û em pê  hatin girêdan."   Herî dawî berdevka komîteya perwerdeyê ya Kantona Kobanê Cûmana Misto bi giştî sal nirxand û got: "Ev sal bi hemû kêmasî û pêşketinên xwe bi dawî dibe. Di vê salê de şêwazê nirxandina şagirtan me bingeh girt, ji ber ku ev rêbaz nû ye mamoste zehmetiyê dibînin, lê tev vê jî em serkeftî bûn. Weke Kanton navçeya Qinê, Çelebî û Sirîn girêdayî me ne. Bi giştî 495 dibistan hene, 2.200 mamoste û 52.000 şagirt hene û hejamara wan roj bi roj zêdetir dibe."   'Em gelek pirsgirêk jiyan'   Cûmaneyê qala pirsgirêkên ku hatine jiyîn kir û got: "Gelek pirsgirêkên me hene, ya herî sereke jî kêmbûna avahiyan e. Bi taybet di Kobanê de niha 3 dibistan bi rengekî lezgîn ji me re pêwîst in. Di her fêrgeheke me de 50 şagirt heye û ev bi serê xwe pirsgirêke. Heta em neçar mane ku di hin malan de dibistanan jî vekin û li hinek taxan kervanan weke dibistan bi kar bînin. Ya din kêmasiyên me di milê mamosteyan de heye, hejmara wan kêm in û piranî ne xwedî tecrûbe ne. Ji bo beşên zanyarî bi taybet mamoste kêm in, lê hewildanên me yên dagirtina van valahiyan hene. Ji bo gundan jî, kêmasî pir hene. Dibistan û mamosteyên gundan pir kêm in."   'Şagirt û Mamosteyan jî xwe gihandin asta fêmkirina meteryalan'   Di domandina axaftina xwe de Cûmana di derbarê meteryal de wiha got: "Ji bo meteryal şagirtan di salên destpêkê de gelek zehmetî didîtin. Ne hêsane ku metaryelek ji zimanekî wergerî zimanekî din. Lê sal bi sal ew astengî derbas dibûn, ev sal jî mirov dikare ji bo famkirina şagirtan ji metaryelan re erênî binirxîne. Ji bo mamosteyan jî dayîna mertyalên nû giran bû, loma gelek mamosteyan kêmasî derdixistin, lê gavên ku niha me avêtine ew e ku di navbera şagirt û mamosteyê xwe de têkiliyeke li ser bingeha hevaltiyê ava bibe. Gelek mamoste pergala Rêjîma BAAS'ê bi kar dianîn, loma carinan li zarokan didan, lê niha lêdana zarokan ji dibistanên me hemûyan rabûye û di navbera mamoste û şagirt de pêwindiyeke xurt heye."   Pilanzaziyên çarserkirina pirsgirêkan   Di dawiyê de berdevka komîteya perwerdeyê Cûmana Misto pilansaziya sala wiha pêşkêş kir: "Pilansaziyên me gelek in. Yek perwerdekirina hemû mamosteyan li ser rêbaz, metaryel û zanyariyê ye. Loma piştî meha rojiyê wê li peymangehan dewre werin destpêkirin. Ya din avakirina dibistanan hem di bajêr de û hem di gundan de. Her wiha amedekirina pirtûkxaneyekê heye. Ji bo kêmasiyên pirtûkan, weşanxaneyên me nikarin ewqas hejmar çap bikin, di destpêkê de me li Başûrê Kurdistanê çap dikir, lê ji ber ku derî hatin girtin em bê pirtûk man, bi qasî derfetên di destên me de em ê kêmbûna pirtûkan çareser bikin."