'Bila meha remezanê bibe wesîleya azadiya Gelê Kurd' 2019-05-08 09:02:37   Şêrîn Zêrevan   QAMIŞLO - Bi boneya meha rojiya Remezanê jina bi navê Emîna Sebrî nerînên xwe anî ziman û got: "Meha remezanê ji bo me bi wate û pîroz e. Em dixwazin ev meha bibe wesîleya aştî û azadiyê. Em dixwazin di vê rojê de mirovên ji hevdu xeyidîne li hevdu bên. Em dixwazin ev meh bibe wesîleya azadiya gelê Kurd."   Yek ji tiştên herî pîroz di nava ola Mislimantiyê de, meha rojiya Remezanê  ye ku Misliman vê mehê li ser xwe weke ferzekê dibînin. Meha rojiya Remezanê ji Mislimanan meha aştî û jêbirina sûcê mirovan e. Têkildarî mijarê jina ji bajarê Qamişloyê ya bi navê Emîna Sebrî got: "Meha Rojiyê ji bo me Mislimanan gelek giranbiha û pîroz e. Di vê rojê de em dixwazin aramî û bextewarî pêk bê. Em dixwazin şer bi dawî bibe."   'Di vê mehê de germahiya di navbera mirovan de zêde dibe'   Emînayê bi lêv kir ku di roja Remezanê de deriyê duayan vedibe û wiha got:"Ez îro hatime bazarê da ku em pêwistiyên xwe yên meha rojiyê bikirin, rojî pir xweş e. Meh, meha aştî û jêbirina sûcê mirovan e. Di meha rojiyê de pêvajoyek ji bo me tê avakirin, hem ji bo xwarin û vexwarinê, hem jî ji bo selametiya laşê mirovan jî. Di vê mehê de germahiya di navbera mirovan de zêde dibe."    Emînayê wiha domand: "Piştî ku em beriya berbanga sibehê sihora xwe dikin, paşî jî nimêja xwe dikin, mirov ji xwe re Qurana pîroz dixwîne, yan jî mirov ji bo xwe dua dike. Piştî ku em ji xewa sibehê şiyar dibin, êdî em dest bi amadekariya çêkirina xwarina fitarê dikin."   'Di vê rojê de em dixwazin aramî û bextewarî pêk bê'   Di dawiya axaftina xwe de Emînayê wiha got: "Bi hêvî me ku meha Remezanê ji bo hemû kesî bi kêf û xweşî derbas bibe û rojiya Remezanê li Mislimanan pîroz be. Meha remezanê ji bo me bi wate û pîroz e. Em dixwazin ev meha bibe wesîleya aştî û azadiyê. Em dixwazin di vê rojê de mirovên ji hevdu xeyidîne li hevdu bên. Em dixwazin ev meh bibe wesîleya azadiya gelê Kurd. Meha Rojiyê ji bo me Mislimanan gelek giranbiha û pîroz e. Di vê rojê de em dixwazin aramî û bextewarî pêk bê. Em dixwazin şer bi dawî bibe."