ROJEVA 8'Ê GULANA 2019'AN 2019-05-08 09:00:00   *Bi boneya meha rojiya Remezanê jina bi navê Emîna Sebrî nerînên xwe anî ziman û got: "Meha remezanê ji bo me bi wate û pîroz e. Em dixwazin ev meha bibe wesîleya aştî û azadiyê. Em dixwazin di vê rojê de mirovên ji hevdu xeyidîne li hevdu bên. Em dixwazin ev meh bibe wesîleya azadiya gelê Kurd." DÎMEN HEYE   *Şagirt û mamosteyên Kobanê amedekariyên xwe yên bi dawîkirina salê dikin. Şagirt di nava kelecana ezmûn û encaman de ne û mamoste jî li ser nirxandin û amadekariya bawernameyên şagirtên xwe dixebitin. DÎMEN HEYE   * Hevseroka Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Efrînê Şîraz Hemo di derbarê çalakiya dayikan a greva birçîbûnê de wiha got: "Em berxwedana Dayîkên Aştiyê ya li pêşiya girtîgehên dewleta Tirk pîroz dikin, ev çalakî dîrokî ye. Bi berxwedan û îradeya jina Kurd wê tecrîd têk biçe." DÎMEN HEYE   *Li bajerê Hesekê li pêşengeha pêşesaziyê ji 63 kargehên cuda berhem hatin pêşandan. Jinên berhemê destê xwe li pêşangehê danîne diyar kirin ku ew ê karê xwe hîn mezintir bikin.    *Dayikên girtiyan ên li Wanê, diyar kirin ku di Roja Dayikan de diyariya herî mezin a ji bo wan rakirina tecrîdê ye û gotin: "Zarokên me dimirin. Diyariya herî mezin ji bo me rakirina tecrîdê ye. Azadbûna Abdullah Ocalan e." DÎMEN HEYE   *Dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de ne bang li serokomar kir û diyar kirin ku ji mirinên girtîgehan ew berpis e û gotin; Ev tecrîd ji bo çi ye gelo? Berpirsê her tiştî tu yî.’  DÎMEN HEYE   *Li Wanê piştî qeyûm ji ber pirsgirêka veguhestinê ya tê jiyîn, jin û zarok mexdûr dibin. Jinên ku ji taxê diçin navenda bajar û bi saetan li bende wesayîtan dimînin wiha gotin: “Polîtîkayên qeyûm pergala bajar xera kir. Di heman demê de pirsgirêka veguhestinê pêşiya tacîzê jî vedike. Em bi erebokên bebekan nikarin bikevin wesayîtan.” DÎMEN HEYE   *Meha Remazanê dest pê kir lê zema ji bo bihayên xurekan hatiye kirin jî herî zêde bandorê li sifreya xizanan dike. Ji bo gelek berheman zema nû di rojevê de ye û welatiyên ku bihayê dixwazin nabînin, xurmeyek bi 3 lîrayî tên firotin jî di refan de cihê xwe de dimînin. DÎMEN HEYE   *Piştî hilbijartinên herêmî şaredariya Dêrikê ji qeyûm hat girtin û di şaredariyê de lêçûnên ku qeyûm di navbera 2018 û 2019’an de kiriye derket holê. Qeyûm ji bo lêçûna xwarina tawa goşt a 3 rojan 33 hezar û 351 TL xerc kiriye.