Li dijî tecrîdê laçikên sembola aştiyê yên spî bi daran ve hat girêdan 2019-05-08 08:38:12   AMED - Malbatên girtiyan, bi armanca balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, li Qada Mahabad a Amedê laçikên spî bi daran ve girêdan.    Malbatên ku zarokên wan li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, bi armanca balê bikişînin ser daxwaza girtiyan û piştgiriyê bidin daxwazên wan li Qada Mahabad a Peyasa Amedê laçikên spî ku aştiyê temsîl dike bi daran ve girêdan. Malbatan bi darên seranserî rê ve laçikên spî girêdan û xwestin tecrîd bi dawî bibe û ji bo aştî û demokrasiyê gavên çareseriyê bên avêtin.