'Em jinên Efrînê ne, em radestiyê qebûl nakin' 2019-05-07 11:43:09   Hesna Muhemed   ŞEHBA - Rêxistina Kongreya Star a Efrînê bi armanca parvekirina rewşa dawî ya li herêmê diqewime civînek ji gelê Efrînê re, li dar xist.    Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê ji bo jinên Efrînê û Şehbayê li Gundê Em Hoşê yê Navçeya Efres a Kantona Şehbayê civîn li dar xist. Di civînê de rewşa dawî li herêmê hat şîrovekirin. Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, pişt re endama Kongreya Star Ronahî Ebdo axivî, Ronahî bal kişand ser rewşa siyasî ya ku dewleta Tirk dixwaze guhertinek demografîk di Sûriyeyê de û bi taybet di Efrînê de çêbike û got:"Bi itîfaka dewleta Rus Efrîn hat dagirkirin, lê gelê Efrînê tu car axa xwe ji wan re nahêle. Hewldan û têkoşîn didome."   Jinên ku tevlî civînê bûn nêrînên xwe  parve kirin û gotin: "Em ê bi hêza jinê dîwaran hilweşînin û dijmin nikare hêz û baweriya me bi êrîşên xwe bişkîne."   Endama Koordinasyona Kongreya Star a Navçeya Ehres a Şehbayê Emîne Dengilî, di derbarê civînê de wiha got: "Em di rewşek pir dijwar de derbas dibin, hemû dewlet ji bo berjewendiyên xwe êrîşî gelê kurd dikin, lê em weke Kongreya Star dest bi lidarxistina civînan dikin, ji bo bi jinan şerê taybet û şêwazên wê bidin nasîn."   'Jin ji bo azadiyê her û her li qadan e'   Emînayê wiha dom kir: " Jinên Efrînê soz dane ku heta Efrîn rizgar nebe û Serok Apo azad nebe wê dev ji dozên xwe bernedin û li ser xeta şehîdan dimeşin, weke em dibînin jin her tim amade ne ji civînan re ji çalakiyan re, dema mijar dibe Efrîn û Serok Apo jin her û her li qadan e."   'Ji bo vegera Efrînê em amede ne canê xwe feda bikin'   Meziyet Nesan jî wiha axivî û got: "Em jinên ciwan ji Erdogan re nameyekê dişînin ku ji êrîş û şerê wan natirsin, ger mirinek me hebe bila bi rûmet be, ji bo Efrînê jî her û her em amade ne, em ê dîwaran hilweşînin û vegerin li ser axa xwe."   Her wiha Raniye Şêxo jî li ser rola jinê ya di civakê de wiha axivî û got: "Jin di destpêka dîrokê de û heta roja îro her tim civakê bi rê ve dibe, sedema lidarxistina vê civînê jî ew e ku siyaseta dijmin nas bikin û şerê ku li ser gelê kurd tê meşandin, nas bikin. Dijmin ji hêza jina kurd ditirse, ji ber vê yekê her tim bi şêwazê şerê taybet êrîş dike."   Civîn bi dirûşma "Bê serok  jiyan nabe, Şehîd Namirin", bi dawî bû.   Hêjayî gotinê ye ku dê Rêxistina Kongreya Star li tevahî gund û navçeyên Katnona Şehbayê civînan li dar bixin û rewşa heyî bi gel re parve bikin.