Jinên Mexmûrê: Tecrîd ji bo aştî û azadiyê asteng e 2019-05-07 11:31:56   MEXMÛR - Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 16'ê Kanûna 2018'an li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dest pê kir. Jinên ku di koma 47'emîn a çalakiya greva birçîbûnê de cihê xwe digirin axivîn û gotin:"Tecrîd ji bo aştî û azadiyê asteng e. Divê tecrîda li ser Serok Apo bi dawî bibe."   Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê ket roja 181'emîn. Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 16'ê Kanûna 2018'an li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dest pê kir. Jinên ku di koma 47'emîn a çalakiya greva birçîbûnê de cihê xwe digirin axivîn û gotin:"Tecrîd ne hiqûqî ye. Divê hemû kes li dijî tecrîda li ser Rêberê me derkeve."   ' Divê em li rêhevalên xwe xwedî derkevin'   Jina bi navê Sultan Yildiztan têkildarî tecrîdê de wiha got:" Ez jî wek jinekê vê  berxwedana ku niha bi rihê 14'ê tirmihê didome û di astek  jor de ye silav dikim. Armanca me ew e ku tecrida girankirî bê şikandin.  Wek çalakvan û jinek Kurd bang li hemû Kurdan dikim ku berî şehadet çê bibe dakevin qadan. Divê em li rêhevalên xwe xwedî derkevin. Îşkenceyê li dayikên me dikin. Ev tiştekî derveyî ehlaq e. Dema mijar dibe Kurd her kes ker û lal dibe. Divê em li dijî vê ker û lalbûnê serê xwe rakin û her dem di nava têkoşînê de bin.”   'Tecrîd ji bo aştî û azadiyê asteng e'   Jina bi navê Ayşê Şan diyar kir ku ew naxwazin cenaze ji girtîgehan derkeve û wiha got:"Em dixwazin tecrîd demildest bi dawî bibe. Em di pevajoyek giran re derbaz dibin di zindanan de  15 hevalên me dest bi  rojîya mirinê kirine. Li her derê ev berxwedan didome û her roja derbas dibe ev berxwedan mezintir dibe biryara me hemuyan yeke emê Rêberê xwe azad bikin. Tecrîd ji bo aştî û azadiyê asteng e. Divê tecrîda li ser Serok Apo bi dawî bibe. Tecrîd ne hiqûqî ye. Divê hemû kes li dijî tecrîda li ser Rêberê me derkeve.Banga min ji hemû ciwanên Kurd heye ku rabin ser xwe û çalakgerên di grevê de ne bi tenê nehêlin. Ji ber ev dijimênê faşist para xwe ji mirovatiyê negirtiye wan deyîkan bi erdê ve dikşînin, divê em hêza xwe mezintir bikin. Em wek gelê wargehê di çalakiyên xwe de bi biryar in çi erk bikeve ser milê me em amede ne."