Polîs êrîşî sofreya erdê kir û 4 kes binçav kirin 2019-05-07 11:26:41   STENBOL - Kesên ku xwestin bi minasebeta Meha Ramazanê li Qada Galatasarayê sofreyê deynin bi êrîşa polîsan re rûbirû man. Di encma êrîşê de Îhsan Elîaçik û 3 kes hatin binçavkirin.    Ji bo Sofreya erdê ya bi minasebeta Meha Ramazanê hat xwestin ji aliyê Mislimanên li dijî Kapîtalîzmê ve li Qada Galatasarayê bê danîn polîs bi hinceta destûra walîtiyê tune ye destûr neda. Polîsê ku êrîşî koma Îhsan Elîaçik jî di nav de hebû kir û di encamê de Îhsan Elî Açik û 3 eksên din binçav kirin.     Îhsan Elî Açik dema ku bertek nîşanî polîsan da ji ber ku tansiyona wî bilind bû ji ser hişê xwe çû.  Piştî êrîşê Kolana Îstîklalê bi TOMA û wesayitên zirxî hat dorpêçkirin.