Xizma girtî: Em dixwazin ev berxwedan bi awayekî baş bi encam bibe 2019-05-07 09:18:42   Rengîn Azîzoglu   AMED - Girtî Ahmet Tekîn 129 roj e di greva birçîbûnê de ye. Xwişka wî Zerya Tekîn, diyar kir ku heta tecrîd ranebe wê girtî dest ji berxwedana xwe bernedin û got: “Tu tişt ji destê me nayê. Wisa bêçare payîn pir xerabe. Em dixwazin ev berxwedan baş bi encam bibe. Yekane daxwaza me rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, da destpêkirin, ji 1’ê Adarê de li hemû girtîgehan belav bû û bi tevlîbûna 7 hezar girtî didome. Ahmet Tekîn jî ji 26’ê Kanûnê de li girtîgeha Tîpa F ya Elezîzê di grevê de ye û di roja 129’emîn de ye. Ahmet piştî pevçûnên qedexeya derketina derve ya Farqînê hatiye binçavkirin û bi hinceta li ser îfade heye di 17 salî de hat girtin. Piştî rûniştinên ku 2 salan berdewam kir şûnde 24 sal ceza lê hat birîn.   ‘Biryara wan teqez e, dest jê bernadin’    Xwişka wî Zerya Tekîn got ew diçin hevdîtina vekirî û rewşa birayê wê ne baş e û ev tişt vegot: “Rewşa wî qet ne baş e. Nabihîze. Nikare bimeşe. Dema nû ket grevê 40 rojên ewil tenê ma. Qet kontrola doktor nehat kirin. Refekatê wî tune bû. Niha bi du kesî re dimîne. Di telefonê de got ‘heta tecrîd ranebe em ê grevê bidomînin, bibin dengê me. Bila her kes bibe yek û tevlî berxwedanê bibe.’ Biryara wan teqez e. Wê tu car dest jê bernede.”   ‘Bêçare payîn pir zehmet e’   Zeryayê destnîşan kir ku Ahmet di temenê biçûk de bûye parçeyekî vê berxwedanê û got ev ji bo wan serbilindî ye û ev tişt got: “Li aliyekî jî ev me xemgîn dike. Bêçare payîn pir zehmet e. Tiştek ji destê me nayê. Yekane daxwaza me rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Ev daxwazek mirovane ye. Em li pişt vê daxwazê ne. Dema me bihîst Ahmet ketiye grevê em matmayî neman. Ahmet di 2016’an de jî ketibû grevê. Lê me nedipa ku ev berxwedan wisa dirêj bidome. Ji kerema xwe re bila êdî dilê dayikan neşewite. Çi ji destê me tê divê em bikin.”   ‘Bila ev rewş bidawî be’   Dayika wî Zeynep Tekîn jî got kurê wê agahî nedayê ku ketiye grevê û ev tişt bi lêv kir: “ Ez ji cîranan hîn bûm. Em naxwazin êdî bipelçiqin. Ji bo zilm ji ser me rabe ew ketin grevê.Em li pey zarokên xwe ne. Neçarî vê berxwedanê man. 7 hezar ketin grevê. Em şev û roj digirîn. Bila ev rewş bidawî be. Kezeba me dişewite. Em dixwazin ev daxwaz bê qebûlkirin. Tecrîd rabe. Bila cenazeyên zarokên me ji hundir dernekevin.”