Çalakiya greva birçîbûnê ya Mexmûrê ji aliyê koma 48'emîn hat dewirgirtin 2019-05-06 13:01:19   MEXMÛR - Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a ku ji aliyê çalakgerên Mexmûrê ve hat destpêkirin ji aliyê Koma 48'emîn dewir hat girtin.    Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Piştgiriyên ji bo çalakiya greva birçîbûnê didomin.  Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a ku ji aliyê çalakgerên Mexmûrê ve hat destpêkirin ji aliyê Koma 48'emîn dewir hat girtin. Berî çalakî ji aliyê koma 48'emîn dewir bê girtin name hat xwendin. Pişti name hat xwendin li ser navê koma 47' emin dayika bi navê Sultan Yildiztan axivî û wiha got; “Li ser navê dewra 47' emin jî em silav û hurmetên xwe ji vir heta îmrali, ji Leyla Guven u hemu hevalên wê yên di zindan de li ber xwe didin, 15 hevalên ku niha bedena xwe ji bo jiyanek bi rumet dane ber mirinê û hemu hevalên wan yen di nava  berxwedana dirokî de ne silav u hurmetên xwe dişinin. Tecrîda li ser Serokastî tenê bi vê berxwedaniya bê hempa wê were şikandin û ev berxwedan jî ew ê heta dawiyê berdawam bike, çi dibe bila bibe çi bedela ku bê xwestin em hazirin bidin, jiber ku Serokati ronahiya roja me ye ger Serokê me tune be em ji nabin. Îro ewrek reş liser welatê me girtiyê heger ku ev tecrit were şikandin wê ev ewrê reş belav bibe u roja me roni bibe.”   Di dawiya axaftina xwe de Sultan Yildiz tan bang li saziyên mafê mirova kir û got; “Ez bang li saziyên mafe mirovan u CPT dikim xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derkevin û guh bidin daxazên çalakvanan.”   Dewirgirtin bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe","Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.