Xizma girtî: Em şerm dikin li malê xwarinê çêkin 2019-05-06 09:13:32   Gulîstan Azak   AMED - Sezen Kayihan Dere diyar kir ku rewşa birayê wê Şafî Kayihan û hevalên wî yên li girtîgeha Panosê ji 1’ê Adarê de grevê de ne gelek xerabe û bang li hikûmetê kir ku divê daxwazê rewa û hiqûqî yên çalakgeran demildest bên qebûlkirin.   Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, da destpêkirin, ji 1’ê Adarê de li hemû girtîgehan belav bû. Ji 7 hezarî zêdetir girtî çalakiyê didomînin û yek ji van girtiyan jî Şafî Kayihan yê 30 salî ku 10 sal in girtiye û niha li girtîgeha Panos a Agiriyê girtiye. Şafî ji 1’ê Adarê de ye di greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger de ye.   Sezen Kayihan Dere bi lêv kir ku birayê wî ji aliyê derdorê ve gelek tê hezkirin û got di hevdîtina meha nîsanê de, dîtine ku rewşa girtiyan gelek xerabe.   ‘Her ku dem derbas dibe fikarên me zêde dibin’   Sezenê bi lêv kir ku her hefte bi bendewariyek mezin li bende telefonê ne û  wiha got: “Dema lêgerîn dereng dikeve em pir dikevin fikaran. Roja sêşama borî em li bende telefona wî bûn. Her tim saetên sibehê digeriya. Lê negeriya. Em pir tirsiyan. Em li girtîgehê geriyan. Lê me xwe negîhand girtîgehê. Fikarên me zêde bûn. Ez li Walîtiyê geriyam, ew jî mijul bû. Bi saetan em li girtîgehê geriyan. Herî dawî me xwe gîhandê. Gotin telefon bi pirsgirêkin. Fikarên me roj bi roj zêde dibin.”   ‘Bêdengî me dike fikaran’   Sezenê di berdewamiyê de ev tişt vegot: “Şafî di hevdîtinan de me teselî dike. Lê ji ber pêvajoyê em nerehetin. Belê li pey doza mafdarin. Em li dijî îrada wan rêzdarin. Ya me dike fikaran jî ev bêdengiya li dijî vê îradeyê ye. Şafî berê jî gelek caran ket greva birçîbûnê. Lê ev grev ji yên din cudatire. Em di meha Sibatê de çûn hevdîtina wî. Di her hevdîtina vekirî de girtiyan xwarinên ji bo îkramê dianîn. Lê vê carê tunebû. Tu girtiyekî neanîbû. Me pirsî. Şafî got hinek heval ketine grevê, ji ber vê tiştek neanîne. Ji bo dayika me xemgîn nebe me nepirsî ku ew jî ketiyê. Min fêm kir ku ew jî ketiye grevê. Hefteyê din em geriyan got ketiye grevê. Em li hembe biryara wê rêzdarin. Em ligel wî ne.”   Sezenê destnîşan kir ku birayê wê ji biçûkatî de xwedî karekter û kesayetek pir cudabûye, ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin û wiha axivî: "Tevî em di civakek baviksalarî de mezin bûn, wê her tim wekhevî diparast. Şafî di 20 salî de hat girtin. Dema di girtîgehê de bû du birayên me jiyana xwe ji dest dan. Tevî vê wî moral dida me.”   ‘Hinek empatî’   Sezenê daxuyakirin ku dema ew xwarinê çêdikin ji xwe şerm bikin û got divê hîna ku zêde winda tune ne divê daxwaz bên cih û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em nikarin li malên xwe tiştekî çêkin. Divê mirov hinekî empatî bikin. Yên di nedîtina berxwedanê de israr dikin, em fêm nakin. Em malbatên girtiyan naxwazin êdî kes bimirin. Divê daxwazên girtiyan demildest pêk bên. Em xwedî li mafê jiyanê derkevin. Em bibin dengê wan.”