Li Gebzeyê malbatan guh neda êrîşa polîsan 2019-05-05 17:20:43   KOCAELÎ - Malbat û dayikên girtiyan ên zarokên wan li Girtîgehan di greva birçîbûnê de, tevî hemû astengiyên polîsan li pêş Girtîgeha Gebze çalakiya rûniştinê pêk anîn û dengê xwe bilind kirin.    Çalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li girtîgehan û li derve berdewam dikin. Li girtîgehan bi hezaran girtiyên siyasî bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di çalakiyê de ne. Li derve jî malbatên girtiyan li pêş girtîgehan û li kolanan çalakiyên xwe berdewam dikin. Yek ji çalakiyên li kolanan, nobeta malbatan a li pêş Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê ye. Malbat û dayikên girtiyan ên zarokên wan li Girtîgehan di greva birçîbûnê de, tevî hemû astengiyên polîsan li pêş Girtîgeha Gebze çalakiya rûniştinê pêk anîn û dengê xwe bilind kirin. Nobeta dayik û malbatan tevî hemû astengiyên polîsan di roja 27’an de berdewam dike. Di çalakiya dayik û malbatan de parlamentera HDP'ê Şevin Coşkun û Omer Faruk Gergerlîoglu jî piştgirî da malbatan.      Malbat û dayikên ku li pêş avahiya HDP'ê ya Gebzeyê kom bûn, li maşîneyan suyar bûn û berê xwe dan Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê. Malbat û dayik piştî bi otobusan ketin rê, polîsan pêşiya otobusan girt û malbat rawestandin. Li ser astengiya polîsan malbat dîsa li pêş avahiya HDP'ê ya Gemzeyê kom bûn. Malbat piştî demekê dîsa li maşîneyan suyar bûn û çûn li pêş Girtîgeha Gebze çalakiya rûniştinê pêk anîn. Polîsan li vir malbat dorpêç kirin û xwestin malbat belav bibin.    'Çalakiya dayikan qanûnî û hiqûqî ye'   Parlamentera HDP’ê Şevîn Coşkun bertek nîşanî helwesta polîsan da û got: "Çalakiya dayikan û malbatan qanûnî ye û hiqûqî ye." Lê polîsan got "Biryara walîtiyê ya qedexeyê heye" Li ser vê yekê Coşkun xwest biryarê bi awayekî nivîskî nîşanî wan bidin. Polîsan disa gotin "Qedexe ye em nikarin destûr bidin" Şevîn helwesta polîsan rexne kir û got: "Dayik ji bo zarokên xwe li vir in. Çalakiya rûniştinê mafê wan ê herî qanûnî û xwezayî ye."    Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu jî bertek nîşani polîsan da û got: "Ne raste ku hûn dayikan asteng bikin. Piştî niqaşa demekê polîsan bi zorê dayik li maşîneyan bar kirin. Dayikan diyar kirin ku ew dê sibê dîsa bên vê qadê û dawî li çalakiya xwe anîn.