Li Wanê çalakiya greva birçîbûnê koma 9`emîn dewr girt 2019-05-05 13:50:41   WAN - Çalakiya Greva birçîbûnê ya Xizmên Girtiyên ku li dijî tecrîdê dan destpêkiirn koma 9'emîn dewer girt.   Li gel çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 179`emîn de berdewam dike, çalakiya girtiyan ku li dijî tecrîdê bi armanca piştevaniyê dan destpêkirin jî didome. Bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne û li gel vê 15 girtiyan jî dest bi çalakiya rojiya mirinê kiriye. Xizmên girtiyan jî ji bo balê bikişînin ser bêdengiya hikûmetê û vê bêdengiyê şermezar bikin greva birçîbûnê li avahiya HDP'ê ya Wanê bi awayê dorveger dane destpêkirin. Çalakiya ku hat destpêkirin ji aliyê koma 9`emîn ve hat dewergirtin.    Fîlîz Polat a ku çalakî dewr girt wiha got:“Ev banga me li hemû kesî ye,di vê meha remezanê de herkes bila destê xwe bide ser wîjdana xwe û deng bide berxwedanê. Em dayîk naxwazîn tu kes bimre. Hîna ku mirin çênebûn divê gav bê avêtin.    Songul Kaçmaz a ku çalakî dewr dayî ji wiha axivî;“Em rêhevalên Leyayan û Mazluman e. Me tu car li dijî zilmê serê xwe netewandiye û em ne tewînîn. Ji bo piştevaniya çalakiyên grevên birçîbûnê em ê îro çalakiyê dewrî koma 9`emîn bikîn”    Di koma 9`emîn de dayîkên girtiyên bi navê Cîhan Tamur,Mahsum Tamur  dayika wan Hanîfe Tamur dayîka girtiya di greva birçîbûnê de Necla Atak Emîne Atak  û dayîka Îbrahîm Yonden Fehîme Yonden di koma 9`emîn de cih digirin.    Çalakî bi eleqeyeke mezin didome.