Turnûvaya Jinên Ciwan a Futbolê ya Kantona Efrînê bi dawî bû 2019-05-05 12:38:04     Hesna Muhemed   ŞEHBA - Cara yekem ji bo  Kantona Efrîn û Şehbayê  îmên jinên ciwan ên futbolê hatin avkirin, Turnûvaya Jinên Ciwan ya ku her roja în û şemiyê dihat kirin bi dawî bû.   Komîteya Werzîşê ya kantona Efrînê yekem car bi boneya rojbûna Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan turnûvaya Jinên Ciwan a bi navê”Avêste Xabûr” li herêma Şehbayê da destpêkirin.  turnûvaya ku hat destpêkirin ji du koman pêk tê ya 1’emîn ji 5 tîmên bi navê; Avêsta, Dengê Efrîn, Şêrewa Efrîn, Berxwedan û Agirî pêk tê. Koma duyem jî ji 4 tîmên bi navê; Şêrewa Aqîbê, Avrîn, Armanc û Diyar pêk tê.   Bi beşdar bûna hemû endam û rêveberên sazî û  dezgehan, turnûva bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî pakrewanên azadiyê hat destpêkirin. Paşê ji aliyê Endama Kongreya Star a Efrînê Hediye Yusuf û endama Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Fatimê Lekto ve axaftin hatin kirin. Di axaftinên hatin kirin de turnûvaya "Avêsta Xabûr" li hemû pakrewanên azadiyê û li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat pîroz kirin. Girîngiya  rola jinê ne tenê di werzîşê de ya di hemû qadan de hat şîrovekirin.   Encamên turnûvayê    Encamên tîmên ku di çarçoveya turnûvayê de hatin pêşberî hev  wiha ne: Tîma Armanc bi tîma Diyar re ket hevrîkiyê û di encamê de 0-2 Tîma Diyar bi serket, Tîma Şêrewa Aqîbê bi tîma Dengê Efrînê re hat pêşberî hev bi encama 0-0 wekhev man, Tîma Agirî bi Tîma Berxwedan re hat pêşberî hev û bi encama 3-0 Tîma Agirî bi serket, Tîma Şêrewa Aqîb bi  Tîma Armanc re hat pêşberî hev û bi encama 3-0 Tîma Şêrewa Aqîbê bi serket, tîma Dengê Efrîn bi Tîma Avêsta re hat pêşberî hev û bi encama 1-1 wekhev man, her wiha Tîma Agirî bi tîma Avêsta re hat pêşberî hev bi encama 3-0 Tîma Agirî têk çû, Dengê Efrîn bi tîma Berxwedan re hat pêşberî hev  û di encamê de1-0 Dengê Efrîn bi serket, tîma Avêsta bi tîma Şêrewa Efrîn re hat pêşberî hev û di encamê de 3-0 Tîma Avêsta bi serket, her wiha Şêrewa Aqîbê bi tîma Diyar re hat pêşberî hev û di encamê de 0-0 wekhev man, tîma Avrîn bi tîma Armanc re hat pêşberî hev û di encamê de 3-0 Tîma Avrîn bi serket, Şêrewa Efrîn bi Tîma Agirî re hat pêşberî hev di encamê de  0-5 Tîma Agirî têk çû,  Tîma Agirî bi tîma Dengê Efrînê re  hat pêşberî hev û bi encama 1-0 Tîma Dengê Efrîn bi ser ket.   Encama turnûvaya nîvî wiha ye; tîma Avêsta bi tîma Avrîn re hat pêşberî hev bi encama 0-0 wekhev man, her wiha tîma Agirî bi tîma Diyar re hat pêşberî hev bi encama 0-1 Tîma Diyar bi serket. Di turnûvaya dawîn de tîma Avrîn bi tîma Diyar re hat pêşberî hev û di encamê de  3-0 tîma Avrîn bi serket.   Tmîa bi ser ket hat xelatkirin   Endamên Tîma Avrîn ya ku bi ser ketiye ji aliyê endam û Hevserokên Yekîtiya Werzîşê ve hatin xelat kirin. Jinên ciwan yên ku beşdarî turnûvaya bûn nêrînên xwe ji  Ajansa me re parve kirin. Endama tîma Avrîn a bi navê Sîvan Ibrahîm axivî û got: "Me nêzî mehekê bû dest bi Turnûvaya Futbolê ya Jinên ciwan kiribû, di turnûvaya dawiyê de tîma Avrîn bi tîma Diyar re hat pêşberî hev, di encamê  de em bi serketin, lê serkeftin ya me hemûyan e, ji ber ku em bi yek rihî li vir kom bûne."   'Armanca me pêşketina jinê ye'   Hêva Elî jî ku endama Tîma Diyar  e serketina tîma Avrîn pîroz kir û got:”Di turnûvaya dawiyê de em û Tîma Avrîn hatin pêşberî hev.  Hevalên me yên Tîma Avrîn bi ser ketin, lê di encamê  de moralê me qet neket ji ber ku armanca me ne tenê serketin e, armanca me pêşketina jinên ciwan û girîngiya rola jinê di qada werzîşê de ye."   'Serkeftin ya hemû tîman bû'   Hevseroka Yekîtiya Werzîşê ya kantona Efrînê Evîn Bîlal jî wiha axivî:”Cara yekem turnûvaya jinên ciwan li Kantona Efrîn û Şehbayê hat destpêkirin. Di turnûvayê de du kom û neh tîman cih girt, her jinek ciwan rol û hebûna  xwe di qada werzîşê de îfade kir, jin di her qadekê de cihê xwe digire, di turnûvaya dawiyê de Tîma  Avrîn bi Tîma Diryar re ket hevrîkiyê û di encamê de Tîma Avrîn bi encama 3-0 bi ser ket.  Lê ev serketin ya hemû tîman bû û em serkeftinê ji hemû jinên ciwan re dixwazin."