Polîsan dora Parka Koşuyoluyê bi bariyeran girt 2019-05-05 11:25:54   AMED - Derdora Parka Koşuyolu ya li navçeya Baglarê ku bi rojane malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de, li wê bi êrîşan re rûbirû dimînin bi bariyerên polîsan hat girtin.     Polîsan bi bariyeran derdora Parka Koşuyolu ya navçeya Baglar a Amedê girtin. Polîsan ji bo ketin û derketina parkê tenê çend rê hiştin û li derdora parkê TOMA û polîsên hêzên çevîk bi cih kirin.    Di rojên derbasbûyî de malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne, ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê xwestibûn daxuyanî bidin çapemeniyê, lê bi êrîşa polîsan re rûbirû mabûn û êrîşa polîsan a li ser malbat û dayikên girtiyan ketibû ber kamerayan. Bi taybetî êrîşa polîsekê ya li ser dayikekê bi bertekên mezin hatibû şermezarkirin.