Endamên KESK'ê yên bi derbkirinê hatin binçavkirin hatin berdan 2019-05-05 11:25:00   AMED - 26 endamên Platforma Şaxan a KESK'e ya Amedê ku duh xwestin daxuyaniye bidin û polîsan ew binçavkirin hatin berdan.    Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê bi armanca tundî û zexta polîsan a li dijî dayikên ku zarokên wan li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne şermezar bikin xwestin li pêş AZC Plaza  ya Ofîsa Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polîsan destûr neda daxuyaniyê û 26 kes binçav kiribûn. Polîsan piştî 26 kesên binçav kirin birin Şaxa TEM'ê û lêpirsîna wan qedand, piştî îfadeyê serbest berdan.    Navê endamên Platrfoma Şaxan a KESK ku bi lêdanê hatin binçavkirin û hatin berdan wiha ye: Mehmet Polat, Faruk Ercan, Velat Kaya, Sedat Toz, Yılmaz Guneş, Îrfan Deniz, Yildirim Aslan, Erkan Keskin, Serhat Kiliç, Firat Akdeniz, Mehmet Nur Ulus, Rozerin Çatak, Gonul Adibelli,  Arzu Koç, Gulhan Tekin, Yasemin Noyan, Saliha Zorlu, Emine Akşahin, Kadriye Kaya, Zeynep Aykat, Şenay Koç, Çilem Aydin, Hatîce Efe, Guneş Ozel, Esra Ademhan, Arîn Zumrut.