Lîstika bi navê 'Ji akademiyê re raporkek' hat pêşanadan 2019-05-05 10:12:50   Rojane / Çand û Huner   AMED - 7'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê berdewam dike. Di çarçoveya mîhrîcanê de lîstika bi navê "Ji akademiyê re raporek"hat pêşandan. Lîstika ku hat pêşandan ji aliyê temaşevanan ve bi coş hat pêşwazîkirin û di dawiya lîstikê de lîstikvan Tuncel Ozel hat xelatkirin.    Mihrîcana 7'emîn a Şanoya Amedê bi duruşma "Heqîqat Azad Dike" bi lîstikên cuda berdewam dike. Di çarçoveya bernameya mîhrîcanê de duh êvarê  lîstika ku ji aliyê nivîskar Frans Kafka ve hatibû nivîsandin a bi navê "Ji Akademiyê re Raporek" ji aliyê lîstikvan Tuncel Ozel ve hat pêşandan. Mijara lîstika şanoyê maymunek ku ji aliyê mirovan ve tê girtin e. Maymûn ji bo ji qefesê rizgar bibe ji xwezaya xwe dûr dikeve bizarî mirovan dike, dibe yeke din û civakî dibe ye.   'Ez raporê nanivîsim'   Mijara Lîstikê hovtiya mirovan e. Maymuna ku ji aliyê mirovan ve hatiye neçîrkirin jê re dû rê hatine hiştin yan qefesa lawiran yan jî di sîrkê de wê jiyanek koletî bijî. Maymun ji bo ji vê yekê rizgar bib taqlîtê mirovan dike û ji xwezaya xwe dûr dikeve  dibe yeke din û 'civakî dibe'.  Maymûn ji bo xwe ji qefesê rizgar bike tunebûnê tercîh dike. Ew êdî yekê dine, bi nav û denge. Mîna mirovan tevdigere, maseya(mêzeya) xwe bi şuşeyên şarabê dinexişîne. Dema rojên kevin bi bîr tîne dibîne ku ew êdî ji xwezaya xwe dûr ketiye. Maymûna ku herî dawî derbarê jiyana wê ya kevn de rapor jê tê xwestin, dest pê dike û jiyana xwe vedibêje. Maymûn wiha dibêje "Tevî astengiyan min bi awayek giştî xwe gihand hertiştî. Bila kes ne bêje ne hêjayê vê yekê. Di vê mijarê de ez fikirîm ku tû kesî naxwazim, armanc xwegîhandina zanyariyan e. Lê ez raporê nanivîsim."   Di listikê de peyama ku her tişt di xwezaya xwe de azad e hatiye dayîn. Piştî ku lîstik bi dawî bû lîstikvan Tuncay Ozel ji aliyê Hilmî Demîrer ve hat xelatkirin.