Çalakgera greva birçîbûnê Leyla: Wê dawî gelek xweş be 2019-05-05 09:18:42   Berîtan Canozer   AMED - Çalakgera greva birçîbûnê girtî Leyla Uyanik, da zanîn ku divê berxwedan bê bilindkirin û wiha got: “Heta mirov newestin, mirov kedê nedin, mirov nagihêjin serkeftinê. Em bi bawerî û kelacana ku wê dawî gelek xweş be, carek din hemû gelê xwe silav dikin.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, da dsetpêkirin di roja 179’emîn de berdewam dike û ji 1’ê Adarê 7 hezar girtî çalakiya grevê didomînin. Li aliyekî ku girtî çalakiya xwe berdewam dikin li aliyê din jî malbatên girtiyan li derve ji bo zarokên xwe têdikoşin.   Leyla Uyanik ya di sala 2015’an de di dema pevçûn û qedexeyên derketina li Sûrê de li Amedê hat binçavkirin û bi rojan di bin îşkencê de ma, birin girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Li vir di sala 2016’an de ku dîsa çalakiya greva birçîbûnê hebû di meha Adarê de ji girtîgeha Tîpa E ya Amedê surgunê girtîgeha Jinan a Sîncanê hat kirin. Leyla jî wek hezaran girtî di 1’ê Adarê de ket greva birçîbûnê û di roja 65’an a grevê de ye. 19 sal ceza li Leylayê hat birîn û malbata wê da zanîn ku hîna 8 runiştinên wê yên cuda jî hîna didome.   Di hevdîtina di hevdîtina bi malbatê re Leylayê ev bang li gel kir:   “Me girtiyên siyasî jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin, kir. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Bi rumeta gel lîstine. Em girtiyên dixwazin tecrîd rabe, tu car şûnde gavê jî navêjin. Em bi hezan girtî di grevê de ne û niha li her derê cîhanê grev hene. Bi baweriya ku wê dawî gelek xweş be, em kelecanî dibin. Em ji birçîbûn û bedeldayînê narevin. Birçîbûn me nakuje. Em canê xwe ji bo azadiyê feda dikin. Ji bo serkeftinê ked pêwiste. Beyî westandin, beyî kedê serkeftin ne pêkane.   ‘Ev daxwaz daxwaza hemû gelane’   Divê berxwedan li her derê geş bibe. Divê berxwedêrên grevê tenê neyên hiştin. Ev ne tenê daxwaza Leylayê an jî ya girtiyane. Ev daxwaza hemû gelane. Ji ber vê divê em li her derê xwedî lê derkevin. Em dizanin ku gelê me hewl dide tiştekî bike. Em vê dizanin. Yakene daxwaza me eve ku em bi rêbertiya xwe re azad bibin. Em ji bo vê berxwe didin. Di vê pêvajoyê de ked pir girînge. Em hemû gelê xwe û têkoşîna wan silav dikin. Divê ciwanên Kurd di vê pêvajoya dîrokî de berpirsyariyê bigirin. Ne tenê dayik, divê ciwan berxwe bidin. Em bi bawerî û kelacana ku wê dawî gelek xweş be, carek din hemû gelê xwe silav dikin.”