Îpek Aslan: Êşa her yekî canê me dişewitîne 2019-05-05 09:16:14   Rengîn Azîzoglu   AMED - Girtiyê bi navê Murat Aslan li dijî tecrîdê ji 1’ê Adarê de ye di grevê de ye. Dayika wî Îpek Aslan wiha got: “Ez dayika 7 hezar girtiyî me. Êşa her yekê cuda canê me dişewitîne. Divê tecrîd demildest bi dawî be.   Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, da destpêkirin di roja 179’emîn de berdewam dike û ji 1’ê Adarê 7 hezar girtî çalakiya grevê didomînin. Girtiyê bi navê Murat Aslan yê 24’ê Mijdara 1997’an de li Farqînê hatiye dinê jî ji 1’ê Adarê de di grevê de ye. Murat ji ber îfadeyên şahidan 9 sal û 6 meh ceza lê hat birîn û niha li girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtiye.   ‘Bi lingên xwe serê wî pelçiqandin’   Îpek Aslan destnîşan kir ku yekane sûcê kurê wî Kurdbûne û axaftina Kurdiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Destê sibêhê bi ser mala me de girtin.  Dema li mala me lêgerîn dikirin keça min ji tirsan hewale derbas kir. Min nizanî ji bo kê xemgîn bibim. Murat ne li malê bû. Zimanê min hat girtin. Me keça min rakir nexweşxanê. Piştre me hîn ku bi dukana apê wî de jî girtine. Murat ji wir girtin û îşkence lê kirin. Yên dîtibûn gotin avêtbûn erdê û pêlê serî wê dikirin. Ji ber îşkenceyê serê wê darbeyên giran girtin. Hîna baş nebibû birin dermankirina wî birîn.”   ‘Çima tu tirkî naxivî'    Îpekê di berdewamiyê de daxuyakirin ku 8 kesî li ser Murat îfade daye û ev tişt bi lêv kir: “Em nizanin kê îfade daye. Ji ber vê 9 sal û 6 meh ceza dan. 2 sal û 5 mehe li girtîgeha Tîpa D ya Amedê ye. Murat li dadgehê parastina xwe bi Kurdî kir. Dadger jê re got ‘te lîse bi serkeftî qedandiye çima tu Tirkî naxivî’.  Murat jî got ‘zimanê dayika min e, ez bi zimanê xwe parastinê dikim.’ Dadger jî got tu kurdî biaxivî tuyê ceza bigirî.”   ‘Ez dema dibînim kezeba min parçe dibe’   Îpekê diyar kir ku kurê wê ji 1’ê Adarê de ketiye greva birçîbûnê û rewşa wî nebaşe û wiha pê de çû: “Em diçûn hevdîtina wî heta ji destê wî dihat bi me nedida diyarkirin. Lê ne baş bû. Kîlo daye. Çavên wî çibûn xwarê. Tevî vê moral dida me. Ez dema wî dibînim kezeba min dişewite. Me birayê wî ji bo aboriyê ji dibistanê girt. Ji bo birayê xwe dixebite. Ev 3 sal in em nikarin kirê bidin.”   ‘Êdî xwe li malê neveşêrin’   Îpekê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ji roja agahiya grevê girtine nikarin tiştekî bixwin û vexwin û wih agot: “Em êdî xwarinê li malê çênakin. Ew birçîbe em nikarin tiştekî bixwin. Ez dayika 7 hezar girtî me. Êşa her yekê canê me dişewitîne. Her ku agahiya mirinan tên em dikevin fikaran. Divê berpirs vê bibihîzin. Murat dibêje berxwedana wan têr nake divê gel rabe ser piyan. Divê tecrîd êdî bi dawî be. Divê her kes deng bide vî dengî.Murat her xwarinek nedixwar. Her roj kultilk hebûna dixwar. Lê niha bi îrada xwe tiştekî naxwe. Kurê min birçîye niha. Ez çawa dikarim ji bin vê rabim.”