'Em kêfxweşin ku ji bo xizmeta civaka xwe kedê didin' 2019-05-05 09:08:31   Şêrîn Zêrevan - Roj Hozan   TIRBESPIYÊ - Jinên kedkar yên projeya 'Demsalî' a malên bi lastîk li navçeyaTirbespiyê di der barê xebatê xwe yên 3 salan de wiha dibêjin: "Bi keda xwe em debara xwe dikin û aboriya xwe li serpiyan dihêlin. Divê jin ji zehmetiyên jiyanê re teslîm nebe tim zindî bûnê ji bo jiyana xwe bi afirîne."   Bi dest pê kirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re şoreşa jin, jinên kedkar di warê çandiniyê de bingeh û rola pêşeng bûn. Projeya 'Demsalî' a malên bi lastîk li navçeyaTerbespiyê girêdayî bajarê Qamişlo ji aliyê aboriya jin ve ev 3 salin hatiye vekirin. Di nava xwebata projeyê de 7 jinên Kurd û Ereb kar hene. Berhemên keda xwe jî ji bo tevahî civakê pêşkêş dikin. Jinên di projeya 'Demsal' de dixebetin ji ajansa me JINNEWS re axivîn.   'Heqîqeta rastiya keda jinê...'   Jina bi navê Selam Îbrahîm wiha qala keda jinan di vê projeyê de dike: "Ev projeya 'Demsalî' projeyeke jinê û girêdayî xwezaya jinê ye. Bi ked û bedewiya jin tê pêşxistin. Ji ber jin û ax çavkaniyên xwezayê ne. Ruxmî ku jin weke yekem afrîner û avakera çandinî û aboriyê tê nasîn, lê di serdemên deshilatdariyê de bê heq man û keda wê hat xwarin. Ji bo wê jî ev proje  heqîqeta rastiya keda jinê ye. Ji ber çandinî cewherê jina kedkare."   'Jin qîmetê keda xwe dizane'   Di berdewamiya axftina xwe de Selam balkişand li ser giringiya xebatên jinê û berhemên destê xwe û wiha domand: "Bi keda xwe em debara xwe dikin û aboriya xwe li serpiyan dihêlin. Divê jin ji zehmetiyên jiyanê re teslîm nebe tim zindî bûnê ji bo jiyana xwe bi afirîne."   'Jin ji ax û xwezayê hesdikin'    Jina Ereb a bi navê Hefîza Hemza ku ji destpêka vekirina vê projeyê de dixebite wiha tecrûbeyên xwe di nava xebat de tîne ziman: "Berî niha me çandinî dikir, lê me wateya keda xwe nizanîbû. Keda me hemû diçû ji zilaman re, lê niha em wateya keda xwe nasdikin ku jin hêza wê heye pêşengiye civakê bike û berheman ji bo wê pêşkêş bike. Jin ji ax û xwezayê  hesdike û jê fam jî dike, ji berhemên keda xwe jî sûd dibînin û debara jiyana xwe dikin."   'Em kêfxweşin ku ji bo xizmeta civaka xwe kedê didin'   Hefîzayê da zanîn ku ew bi amûrên xwezayî çandiniya xwe dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di malên bilastîk de hemû şitlên zeviyan tên çandin, amûrên me jî hemû xwezayîne, em dermanên kîmyevî di çandiyê de bi kar nayînin. Xebatê me jî her roj pêşdikeve û di encamê de em tiştên nû li ser xwezayê nasdikin, baweriya me bi keda jin meztir dibe û em kêfxweşin ku ji bo xizmeta civaka xwe kedê didin."