Kurdên Êzidî yên Şengalê: Bila Êzidiyên li Holandayê vegerin ser axa xwe 2019-05-05 09:01:50   ŞENGAL - Jinên Kurd ên Êzidî biryara Dewleta Holandayê ya ji bo Êzidiyên koçberî Holanda bûne weke biryarek siyasî nirxandin û banga Kurdên Êzidî kirin ku vegerin ser axa xwe.    Li gorî nûçeya BBC'yê ragihandibû Dewleta Holandayê li hember Kurdên Êzidî yên ku di 15'ê Tebaxa 2014'an de ji ber êrîşên DAÎŞ’ê ji welatê xwe koç kiribûn biryar da ku wan bişînin kampên Başûrê Kurdistanê û Iraqê. Li hember vê biryarê gelên Şengalê banga Êzidiyên derveyî welat kir û got: "Hêviya me ew e gelê me carek din vegere ser axa xwe."   Xezal Hesan di derbarê vê mijarê de got:"Piştî vê biryara Holandayê daye em hêvî dikin û daxwaza me ew e gelê me berê xwe bide ser axa xwe. Ne tenê Êzidiyên çûne derveyî welat yên ku îro li Iraq û Başûrê Kurdistanê jî li kampan e bila ew jî vegerin ser axa xwe. Ji ber ku ev ax axa wan e û ji bo xwedî axa xwe derbikevin pêwîst e vegerin. Hêviya me ew e ku edî gelê Êzidî bibin tifaq û xwedî li hevdu derkevin.  Gelê me yên derveyî welat heger vegerin jî pewîst dike vegerin Şengalê û em bi hev re Şengalê ji nû de ava bikin. Îro em li Şengalê bûne xwedî hêz û em xwe diparêzin. Bila gelê me vê rastiyê bibîne û vegere Şengalê. Di avakirina Şengalê de em dest bidin hevdû em dikarin axa xwe û xwe biparêzin. Em bi vî awayî dikarin hemberî qirkirin û fermana bisekinin."   Xezal Hesen axaftine xwe bi van gotinan bidawî kir:" Bang û hêviya min ew e ku Êzidî yên ji Holandayê vegerin jî neçin kampan û vegerin Şengalê. Em dikarin rexistina xwe li Şengalê mezin bikin û jiyanek azad bijîn. Êzidî li ku bin bila vegere ser axa xwe."   'Em hîn li ser axa xwe ne û em li berxwe didin'   Şirîn Eydo  jî biryara hemberî Êzidiyan yên derveyî welat nêrînên xwe bi vî awayî anî ziman:"Em weke dayîkên Şengalê hêvî dikin ku gelê me êdî vegerin ser axa xwe û nehêlin tu kes li ser wan siyasetê bike. Daxwaza me ji gelê yên li Holandayê  jî ew e ku vegerin ser axa xwe ya pîroz. Derveyî ku em xwedî hevdu derkevin tu kes xwedî li me dernakeve. Divê em xwedî li xwe derkevin. Gelê me yên di dema fermanê de koçber bûne pewîst e êdî vegerin ser axa xwe ji ber ku tu der nabe weke axa me. Îro li Şengalê kêfxweşiya me ya herî mezin ew e ku em Şengalê carek din ava dikin. Ne tenê avakirina bajaran, em bi rexistin dibin û em bixwe xwe diparêzin. 74 ferman hate serê me Êzidiyan xwestin me ji ax û ola me dûr bixin. Lê em îro bi hêzek mezin hemberî van polîtîkayan têdikoşin. Me axa xwe ya pîroz berneda. Ji xwe daxwazên wan ew bû ku em axa xwe biterikînin. Em hîn li ser axa xwe ne û em li berxwe didin. "   Şîrîn Eydo herî dawî van gotin anî ziman:" Ez dixwazim carek din bêjim û bang dikim ku gelê me vegere ser axa xwe. Em bi hev re Şengalê ava bikin. Weke Êzidiyan dest bidin hevdû û tifaqa xwe xurt  bikin."