ROJEVA 5'Ê GULANA 2019'AN 2019-05-05 09:00:00   * Jinên Kurd ên Êzidî biryara Dewleta Holandayê ya ji bo Êzidiyên koçberî Holanda bûne weke biryarek siyasî nirxandin û banga Kurdên Êzidî kirin ku vegerin ser axa xwe. DÎMEN HEYE   *Her jinek xwedî serpêhatiyek cuda ye. Jina berxwedêr û şopdara pêla berxwedanê Fadîle Tok ku ev 26 sal in jiyan wê di nava şert û mercên penabertiyê re derbas dibe yek ji jinên ku xwedî serpêhatiye cuda ye. Ji bo bidawîkirina tecirîda girankirî ku ev demek dirêj e li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin, Fadîle Tok ev 106 roj e di çalakiya gireva birîçûnê ya bêdem û dorvegerde ye. Fadîle derbarê têkoşîna xwe de da zanîn ku ew ji bo çalakiya xwe bi biryar in û ew ê berxwedana xwe bidomîne. DÎMEN HEYE   *Jinên kedkar yên projeya 'Demsalî' a malên bi lastîk li navçeyaTirbespiyê di der barê xebatê xwe yên 3 salan de wiha dibêjin: "Bi keda xwe em debara xwe dikin û aboriya xwe li serpiyan dihêlin. Divê jin ji zehmetiyên jiyanê re teslîm nebe tim zindî bûnê ji bo jiyana xwe bi afirîne." DÎMEN HEYE   *Vesîle Yildirim diyar kir ku heke dayikên girtiyan ji bo zarokên xwe li kolanan bin divê tu kes vê pêvajoyê de li mala xwe temaşe neke û wiha got: “Li pêşberî televîzyonê ax û wax kirin, ne berteke, werin em hemû mil bidin hev.”DÎMEN HEYE   *Welatiyên ji gundan koçî Wanê kirine û li taxan neçar mane sewalkariyê bikin, bi germbûna hewayê re amadekariya derketina zozanan dikin. DÎMEN HEYE   *Girtiyê bi navê Murat Aslan li dijî tecrîdê ji 1’ê Adarê de ye di grevê de ye. Dayika wî Îpek Aslan wiha got: “Ez dayika 7 hezar girtiyî me. Êşa her yekê cuda canê me dişewitîne. Divê tecrîd demildest bi dawî be. BI DÎMEN   *Çalakgera greva birçîbûnê girtî Leyla Uyanik, da zanîn ku divê berxwedan bê bilindkirin û wiha got: “Heta mirov newestin, mirov kedê nedin, mirov nagihêjin serkeftinê. Em bi bawerî û kelacana ku wê dawî gelek xweş be, carek din hemû gelê xwe silav dikin.”