Dayikên li Wêranşar û Pirsûsê êrîşên li hemberî dayikan pêk hatî şermezarkirin 2019-05-04 16:32:01   RIHA - Dayikên ku li Wêranşar û Pirsûsê çalakiya nobedê didomînin êrîşa li hemberî dayikên li Şirnex, Amed, Stenbol û Gebzeyê pêk hatî şermezarkirin    Malbatên girtiyan ên li Wêranşar û Pirsûsê ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê dest bi çalakiya nobetê kiribûn didome. Dayikan bal kişand ser şîdeta li hemberî dayikên li Amed, Stenbol Gebze û Şirnexê û wiha gotin: "Kesên ku şîdeta li hemberî dayikan temaşe dikin, dê sibehê çawa li nav çavê zarokên xwe binêrin."   Çalakiya malbatên girtiyan yên li Weranşarê hat destpêkirin îro jî didome. Çalakiya malbatan li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wêranşara Rihayê didome. Tevî hemû astengiyên polîsan jî welatî diçin serdana malbatan.     Li Pirsûsa Rihayê çalakiya nobetê ya malbatên girtiyan li avahiya Rêxistina HDP’ê, li gel dorpêça polîsan didome. Di nava rojê de jî gellek welatî diçin serdana malbatan û piştevaniyê didin wan. Dayikên Pirsûsê di çalakiyê de nêrazîbûnên xwe li hemberî êrîşa polîsan nîşan da û da zanîn ku divê êrîşên li hemberî dayikan pêk tê neyên jibîrkirin û wiha gotin: "Kesên ku şîdeta li hemberî dayikan temaşedikin, dê sibehê çawa li nav çavê zarokên xwe binêrin. Em li hemberî greva birçîbûnê û rojiya mirinê bêdeng nabin."