Li Gebzeyê polîs çalakiya malbatan asteng kir 2019-05-04 15:43:53   KOCAELÎ - 26 roj jin malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Gebzeyê di çalakiya nobetê de ne. Îro dîsa polîs çalakiya nobetê asteng kir û malbatan diyar kir ku dê sibêhê dîsa bên li ber girtîgehê.    26 roj in malbatên girtiyan ji bo piştgiriyê bidin greva birçibûnê û rojiyan mirine li ber Girtîgeha Gebze çalakiya rûniştinê li dar dixin. Malbatên girtiyan li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Gebzeyê kom bûn bi maşineyên xwe ber bi Girtîgeha Gebzeyê bi rêketin. Parlementera HDP'ê  Meral Daniş Beştaş îro tevli çalakiya malbatan bû. Lê malbatên girtiyan dema nêzî girtîgehê bûn ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.    Dema polîs xwestin dora malbatan dorpêç bikin parlamenter Meral Daniş Beştaş bertek nîşan da û diyar kir ku mafê tu kesî nîne astengiyê derxe. Meral, destnîşan kir ku dewlet nikare çalakiya dayikan asteng bike û wiha got: "Hûn li ser navê cemaweriyê kar dikin. Ez nûnertiya 81 milyon welatiyên Tirkiyeyê me. Ne tenê yên ez hilbijartî, li welatekî demokratîk dewletek neçare ewlekariya ruhî ya gel, mafê jiyanê, azadiya raman û îfadeyê pêk bîne. Li gel me dayik hene. Girêdana dayikan a ji bo zarokên wan, israra wan a li ser vê mijarê tu dewlet nikare asteng bike.”   Malbatên girtiyan diyar kirin ku li gel astengiyan dê dîsa sibêhê bên li ber Girtîgeha Gebzeyê.