TJA: Deng bide wicdanê laçikên spî! 2019-05-04 12:52:08   AMED - TJA'yê derbarê dayikên ku ji bo grevên birçîbûnê derdikevin qadan û bi êrîşên polîsan rû bi rû dimînin daxuyanî da. TJA'yê got:"Tu hêz nikare bi jinên pîroz ên xwediyê aştî, jiyan û kedê. Êrîşa li ser dayikan êrîşa li ser yekîtiya civakê ye û îxaneta bi xwe ye."   Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya Leyla Guven ket roja xwe ya 178'an. Çalakiyên grevên birçîbûnê didomin. Dayikên ku li ber Girtîgehên Amed, Mêrdîn, Bakirkoyê li ber xwe didin bi êrîşa polîsan rû bi rû dimînin. Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî mijarê de daxuyanî da.    Daxuyaniya TJA'yê wiha ye:   "Ji ber rojiya mirinê ya ku 15 girtiyan dest pê kiriye 5 roj derbas bûn. Her deqeyek diçe ji bo me girîng e û berpirsiyariya vê yekê mezin e. Ev qêrîna ku bi pêşengiya Hevala Leyla Guven dest pê kir, têkoşîna dayikên laçikspî dewam dike. Nikarin bi êrîşan dayikên ji bo zarokê xwe li ber xwe didin, bêdeng bikin. Êrîşên li ser dayikan êrîşên li ser mirovatiyê ye. Êrîşên li ser nirxên pîroz e. Tu hêz nikare bi jinên pîroz ên xwediyê aştî, jiyan û kedê. Êrîşa li ser dayikan êrîşa li ser yekîtiya civakê ye û îxaneta bi xwe ye.    'Divê hemû derdor li dora çalakgerên di greva birçîbûnê de ne bibin xelek'   Em wekî TJA'yê dibêjin ku bila daxwazên çalakgerên di greva birçîbûnê de ne û dest bi rojiya mirinê kirine bên qebûlkirin. Em bang li hemû hêzên demokrat dikin ku li dor malbat û dayikan bibin xelek û piştgiriyê bidin vê çalakiyê. Divê hemû derdor li dora çalakgerên di greva birçîbûnê de ne bibin xelek."