Heyva Sor a Kurdistanê: Îsal dê alîkariyê bişîne ji gelê Rojhilatê Kurdistanê re 2019-05-04 10:45:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Heyva Sor a Kurdistanê ji ber meha Remezanê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Heyva Sor bang li hemû Kurdan kir ku tevî kampanyayê bibin.   Meha Remezanê 6'ê Gulanê dest pê dike. Saziya alîkariyê ya Kurd Heyva Sor a Kurdistanê ji bo vê mehê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Heyva Sor ku her sal bi kampanyayên wiha bi hezaran mirovî dilxweş dike, îsal jî wê alîkariyê bişîne ji gelê Rojhilatê Kurdistanê re, ku di bin lehiyê de mabûn.   Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî lehiya îsal a li Rojhilatê Kurdistanê bi bîr xist, wiha hat gotin: "Ji  ber bobelata lehiyê ku hema hema hemû Rojhilatê Kurdistanê da ber xwe, gelek bajar, bajarok û gund di bin avê de hiştine. Gelek mirov mirine û birîndar bûne. Bi hezaran mirov ji bêgavî malên xwe berdane û pêdiviya wan bi alîkariya lezgîn heye. Em bendewariya alîkariyê û hêviya gelê xwe bi cih  bînin û birîna wan em bipêçin. Ji bo ku em peywirên xwe yên meha Remezanê bi cih bînin dest bidin hev û destê alîkariyê bidin mirovên xwe. Hûn dikarin fitre, zikayên xwe bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bigihînin mexdûrên bobelata lehiyê ya Rojhilatê Kurdistanê.''   Heyva Sor a Kurdistanê par fitre û zika şandibû ji Efrîniyan re ku ji ber dagirkeriyê koçberê Şehbayê kiribûn û her wiha gelê Sûr, Cizîr, Silopya, Nisêbînê re jî alîkariya madî şandibû.