'Ji ber barana zêde erdên li Şengalê gelek zirar dîtin' 2019-05-04 10:44:21   ŞENGAL - Ji ber barana zêde ya ku îsal barî li Şengalê gelek bax û bostanan ziyan dîtîn. Lê gelê Şengalê ji ber ku debara xwe bi giranî bi çandiniyê dikin carek din piştî barana zêde dest bi çandiniyê kirin. Jinên Şengalê derbarê vê yekê de gotin:"Ji ber barana zêde erdên li Şengalê gelek zirar dîtin."   Li Şengalê gel bêtir debara xwe bi çandiniyê dike. Lê ji ber barana zêde ya îsal gelek zevî, bax û bostanan zirar dîtin. Jinên Şengalê têkildarî mijarê de axivîn û gotin:"Tevî gelek zeviyên me zerar dîtîn dîsa jî me dest bi çandiniyê kir. Em dev ji têkoşîna ji bo jiyanê bernadin."   'Bi derfetên kêm em hewl didin ku li ser piyan bisekinin'   Jina bi navê Cîhan Salîh jî bi salane ji bo debara mala xwe bike bi çandiniyê mijûl dibe. Cîhanê got:"Me îsal gelek zehmetî ji bo çandiniyê dît. Ev du meh in me dest bi çandiniyê kiriye. Karekî ne hêsan e zehmetiyên we jî hene. Ji ber baranê me çandinî îsal dereng kir.  Her sal di van deman de me çandinî xelas dikir. Ji ber em dereng man me gelek xesar kir. Em nikarin derman jî bibînin ji bax û bostanên xwe re. Ji ber rêyên Şengalê hatine girtin em nikarin pêwîstiyên xwe bi cih bînin. Rêya Başûr û Rojava jî hatine girtin. Îsal her tişt biha ye derman jî gelek biha bûye. Em ji bo ku kar dikin aciz nabin lê derfetên hene kêm in û rê hatine girtin ev zehmetî dide me. Ji ber barana zêde erdên li Şengalê gelek zirar dîtin. Bi derfetên kêm em hewl didin ku li ser piyan bisekinin."   'Em gelek ked didin lê em dikarin bêjin heqê keda me dernayê'   Dexîl Eydo jî wiha got “ Îsal ji ber serma ye ev cara duyem e em çandiniyê dikin. Sermayê gelek zehmetî da me. Em li mal bi hev re dişixulin. Êdî weke berê em nikarin heqê karê xwe jî derxin. Ji ber baran e şitlên me gelek zirar dîtin. Em niha derman dikin ji bo baş derkevin. Em gelek ked didin lê em dikarin bêjin heqê keda me dernayê. Dîsa jî em bi hezkirin karê xwe dikin.”