Girtiyê di grevê de: Tecrîd wê rojekê her kesî dorpêç bike 2019-05-04 09:15:41   ÎZMÎR - Şukran Ozer a li dijî tecrîdê 65 roj e di grevê de ye diyar kir ku divê li dijî tecrîdê deng bê derxistin û wiha got: “Tecrîd wê rojekê her kesî dagir bike.” Dayika wê Emîne Ozer bang kir ku divê demildest pêngav bê avêtin.   Yek ji girtiyên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê, Şukran Ozer e. Şukran a 65 roj e di grevê de ye, 2 sale li girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê girtiye. Dayika Şukran a 27 salî, Emîne Ozer bang kir ku divê demildest pêngav bê avêtin.   ‘Di dema Çîlerê de jî heman tişt bûbûn’   Emîneyê destnîşan kir ku wan ji ber zextên dewletê ji Mêrdînê koçî Îzmîrê kirine, lê vê carê ji ber Şukran girtiye her tim diçin Alanyayê. Emîneyê daxuyakirin ku rê pir dûr e nikarin her tim biçim cem keça xwe û wiha got: “12 saet rê ye. Em di alî aborî de jî nikarin her tim biçin. Ez herî dawî di 8’ê Nîsanê de çûm. Niha 7 hezar girtî di grevê de ne. Gelo mirinan têr nekir? Me di dema Çîlerê de jî heman tişt dît. Niha di dema Erdogan de jî heman tişt tên kirin. Bila demildest daxwaz bên qebûlkirin.”   ‘Ne şeva me şev ne roja me roj e’   Emîneyê bi lêv kir ku keça wê û hemû girtiyên din daxwaz dikin ku deng bê derxistin û wiha got: “Ez ji hevdîtinê têm malê poşman dibim, dibêjim xwezî li wir bûma. Ne şeva me şev ne roja me roj e. Çend roj e em xwarinê naxwin. Naxwazin dirûşmeyan jî berz dikin. Ji ber vê 15 rojan avêtin hucreyê. Moralê wan bilind e. Gotin ‘em bi biryar in, em ê bi ser kevin’. Girtî dixwazin li derve çalakî pêk bên. Keça min got ‘wê rojekê tecrîd her kesî dorpêç bike’.”   Emîneyê bertek nîşanî êrîşên li hemberî dayikên dixwazin bibin dengê zarokên xwe û wiha pê de çû: “Tansiyonê dayikan heye. Şekirê wan heye. Her cureyê nexweşiya wan heye. Ji me re dibêjin ‘terorîst’. Gelo ji ber em Kurd in wisa dibêjin. Ji bo dîktatoriya xwe bidin berdewamkirin vê dibêjin. Çawa Ataturk ji bo wan girîng e, Abdullah Ocalan jî ji bo me girîng e. Aştiyê dixwazin, azadiyê dixwazin.”   ‘Pereyê guleyê jî ji ser me hesab dikin’   Emîneyê anî ziman ku aştî ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû zarokên xizan ên dişînin leşkeriyê jî pêwist e û got: “Bila ew jî nemirin. Ka zarokên kîjan dewlemendî miriye? Xizan diçin leşkeriyê, yê pereyê wan heye didin, naçin. Lê ger tecrîd rabe wê aştî pêk bê. Pereyê guleyekê ji ser me hesab dikin. Kîloyek pîvaz bûye 8 TL. Gelo ev fêdeya wê ji kê re heye.”