Gelê Rojava li Kelha Sukerayê bêhna xwe vedidin 2019-05-04 09:03:39   Sorgul Şêxo/Ronîda Hacî   HESEKÊ - Li Çiyayê Kizwanan gelek deverên dîrokî hene. Ji van deveran yek  jê Kelha Sukerayê ye ku rojane bi hezaran ji şêniyên Navçeya Til Temir, Zirgan, bajarê Serêkaniyê û bajarê Hesekê berê xwe didinê da ku bêhna xwe vekin û rojekê bi xwezayê re bijîn.   Kelha Sukera 35 km li Başûrî Rojavayî bajarê Hesekê ye. Li gorî pergala wê wekî kelheke parêzvaniyê ango wekî wargeheke parastinê dihate bikaranîn. Dîroka kelhê vedigere serdema Eyûbî û Memlûkiyan de, ji gel re bûbû mîna kelha bêhnvedanê ku ji tevahî bajarên Herêma Cizîrê berê xwe didanê. Kelha Sukera bi darên xwe yên Qizwanan, çiya û newalên xwe yên fireh dihate nasîn.   Êrîşa DAÎŞ'ê li Çiyayê Kizwanan   Çeteyên DAÎŞ'ê di sala 2014'an de êrîşî  Çiyayê Kizwnanan û gundewarê wê ku girêdayî Navçeya Til Temirê ne, kir. Gel bi jin û zarokan li gorî îdeyolojiya xwe li mizgeft, dibistan û malan perwerde dikir. Zext li ser jinên Ereb dida meşandin. Lê DAIŞ'ê  nikarîbûn bi temamî mejî û urf û adetên civaka Ereb ku li wir dijî bide guhertin û nasnameya wan winda bike.   Rizgarkirina Çiyayê Kizwanan û kelha Sukerayê   Çeteyên DAÎŞ'ê di 23'ê Sibata 2015'an de êrîşî Navçeya Til Temirê û gundewarê wê kirin, lê êrîşa wan bê bersiv nema û rastî berxwedana Şervanên YPJ/YPG'ê hatin. Şer û pevçûn 3 heyvan dewam kir û paşê Til Temir û gundewarên wê tevî Çiyayê Kizwanan, hate rizgarkirin.   Ji nû ve sererastkirina kelhê   DAÎŞ di dema serweriya xwe de xwest ku Kelha Sukera û hin deverên din ên dîrokî hilweşîne pêre çand û dîroka gelê herêmê jî tune bike, lê piştî ku hate rizgarkirin Desteya Tûrîzim û Parastina Şûnwaran a Herêma Cizîrê ji nû ve sererastkirina kelhê û çêkirina deverên hilweşiyayî, ava kir.   Rojek ji seyrana gel li Kelha Sukerayê     Îro jî piştî 4 salan ji rizgarkirina kelhê ku êdî gel bi aramî dijîn, karwaneke girseyî ji gelê bajar, navçeyên Serêkaniyê, Zirgan, Til Temir û bajarê Hesekê herêma Cizîrê,  ku bi rengê malbatî berê xwe dabûn Kelha Sukera ji zexta kar bêhna xwe vedin û rojekê bi xwezayê re bijîn. Dûrî qerebalixa bajar û nêzî rihê xwezayê.   Kêliyên kêfxweşiyê     Gel bi kelhê ve hilkişiyan û wêne ji xwe re girtin da ku wekî bîranîn bimîne, dayik jî dest bi çêkirina xwarinê kirin li bin siya daran û ber dengê stranan. Zarok jî bi footbulê û lîstikên din dileyîzim. Roj roja guhertina derûniyê ye. Hin dayik jî li derdora Kelhê gîhayê Nehneha Çolê wekî derman tê bikaranîn, berhev dikirin.   'Bêhna wê dilê mirov rihet dike'   Hediya Şêxmûs a ji Navçeya Til Temirê ye tevî hevjîn û zarokên xwe hatiye Kelha Sukera wiha dibêje:"Îro em gelekî kêfxweş in, ez tevî zarok û hevjinê xwe hatime vir da ku em bêhna xwe vedin. Bêhna hawayê mirov rihet dike."   'Şer xilas bû, jiyan vegeriya wekî berê û xweştir jî'   Hedla Ibrahîm got em ji rewşa şer êdî xilas bûn û derbasî pêvajoyeke nû bûn û wiha pê de çû:"Her çiqas ji min re behsa vê Kelhê dikirin lê ne wekî dîtina wê bû. Cara yekemîn e ez têm vê derê û ez gelek kêfxweş bûm. Tirsa ku gel dijiyan êdî ew pêvajo çû û em derbasî pêvajoyeke nû bûn ku êdî gel bi aramî dijîn û di çûn û hatinê de êdî azad in. Şûna tirsê aramî di dilê gel de heye."   'Me berê ji tirsa nikaribû gavek biavêta'   Fatima Oso ya ji Bajarê Hesekê hatiye wiha dibêje: "Em spasiya hêzên xwe YPJ/YPG û QSD' ê dikin ku hemû rê vekirin. Berê ji tirsa em nedikarîn gavekê biavêjin lê niha her tişt hate guhertin. YPJ/YPG û QSD ji bo aramiya me hewl dide. Dijmin êdî newêre nêzî me bibe."   'Min ji bo derman gîha jî kom kir'   Sozdar Şêxmûs a ji bajarê Serêkaniyê kêliyên li kelê wiha bi me re parve kir: "Serê sibehê me berê xwe da Kelha Sukerayê. Me xwarin amade kir û xwar paşê min li Nehneha Çolê ji bo çêkirina derman tê bikaranîn, berhev kir ji ber ev gîha li herêma Serêkaniyê peyda nabe. Bihara îsal gelekî cuda ye û xweş e, temenê min dê bibe 45 sal û min wekî vê biharê nediye."