ROJEVA 4'Ê GULANA 2019'AN 2019-05-04 09:00:00   *Li Çiyayê Kizwanan gelek deverên dîrokî hene. Ji van deveran yek  jê Kelha Sukerayê ye ku rojane bi hezaran ji şêniyên Navçeya Til Temir, Zirgan, bajarê Serêkaniyê û bajarê Hesekê berê xwe didinê da ku bêhna xwe vekin û rojekê bi xwezayê re bijîn. DÎMEN HEYE   *Şêrîn Saroxan diyar kir ku berî şoreşê di kargehan de karkeran gelek zehmetî dikişandin û got: "Ji bo parastina mafê karkeran me komun ava kirine û berpirsê wan heye. Ji bo wê kes nikare mafê karkeran binpê bike." DÎMEN HEYE   *Endezyara Zîraatê Fatma Guven, da zanîn ku ji ber polîtîkayên şaş ên çandiniyê têkiliya jinê bi axê re qut bûye, bi îthalatê re jî krîza aborî derketiye holê û wiha got: “Mazot biha bû, piştgiriyek têr ji bo cotkaran nehatiye dayîn, bihayê tov û zibil biha ye, di alî tov de em girêdayî derve mane. Van faktoran bandorek neyînî li ser çandiniyê kir.”   *Şukran Ozer a li dijî tecrîdê 65 roj e di grevê de ye diyar kir ku divê li dijî tecrîdê deng bê derxistin û wiha got: “Tecrîd wê rojekê her kesî dagir bike.” Dayika wê Emîne Ozer bang kir ku divê demildest pêngav bê avêtin.DÎMEN HEYE   *Hanim Îlkar ku du kurên wê ji 1’ê Adarê de di grevê de ne, diyar kir dema çûye hevdîtinê zarokên xwe dîtiye serbilind bûye lê piştî ji girtîgehê derketiye hestiyar bûye û wiha got: “Em şûnde gavê navêjin. Serkeftin wê ya zarokên me be. Me her got em ê dîsa bêjin; berxwedan jiyan e.”DÎMEN HEYE