HDP'yî çûn serdana Pero Dundar 2019-05-03 17:14:18   MÊRDÎN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan û şandeya tevî wê çûn serdana parlamenter Pero Dundar a ku dayika wê jiyana xwe ji dest dabû.    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan û şandeya tevî wê çûn serdana parlamenter Pero Dundar a ku dayika wê jiyana xwe ji dest dabû. Serokwekîla Koma Meclîsa HDP'ê Fatma Kurtulan, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin ên Mêrdînê, Figen Altindag û Ahmet Turk, Hevseroka Şaredariya Sûrê Filiz Buluttekin, Hevseroka Şaredariyê Rezan Zubeyde Zumrut, Hevserokên Şaredariya Nisêbînê Ferhat Kut, Semire Nergis tevî Pervin Buldan çûn serdanê.    Di serdanê de dua hatin xwendin. Pervînê û yên tevî wê sersaxî  ji bo Pero xwestin.    Pervînê û heyeta bi wê re piştre çûn serdana malbata Sabri Ulaş ê ku bi salan ked da siyaseta Kurd.