'Heta daxwazên me bên bicihanîn em ê li ber xwe bidin' 2019-05-03 16:11:58   ENQERE - Girtiyên jin Elîf Çetînbaş û Suheyla Taş di axaftinên xwe yên bi telefonê bi dayikên xwe re kiri nde diyar kirin ku heta daxwazên wan bên bicihanîn ew ê çalakiya xwe berdewam bikin.    Suheyla Taş a ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 26'ê Çileyê li Girtîgeha Sîncanê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger kir, çalakiya xwe di roja 129'emîn de berdewam dike, Hevseroka Bajarê Mûşê ya HDP'ê Elîf Çetîn baş jî çalakiya xwe ya girevê ya li girtîgehê di roja 64'emîn de berdewam dike. Jinên girtî di axaftina bi telefonê bi malabtaên xwe re kirin derbarê çalakiya grevê de peyam şandin.    Elîf di hevdtîna ku bi malbata xwe re kir de wiha got: "Ez bi ruhê berxwedana ku di pêşengya Leyla Guven de li dijî tecrîda li ser rêbertiya me hatiye destpêkirin we hemûyan silav dikim. Bedel çi dibe bila bibe wekî roja ewil em berxedana xwe berdewam dikin.  Berxwedan jiyan e." Suheyla ya ku 129 roj e di grevê de ye jî diyar kir ku heta daxwaza wan bê bicihanîn ew ê çalakiya xwe berdewam bikin.    Li girtîgeha Sîncanê ji 1'ê Adarê heta niha 27 jin di greva birçîbûnê de ne.