ÎHD: Bi saya kedkarên çapemeniya azad rastî nayên veşartin 2019-05-03 14:41:01   STENBOL - ÎHD'a Stenbolê bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê kartên piştevaniyê şandin girtîgehan. ÎHD'ê diyar kir ku heta îro 142 rojnameger girtî ne.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê ji rojnamegerên girtî re kart û name şandin. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, destnîşan kir ku hêj rojname, televizyon, radyo û malperên înternetan girtî ne û axivî: "Bi vê yekê mafê gel yê stendina agahiyan tê binpêkirin. Li gorî daneyên Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 157'an de cih digire. Li gorî daneyên Sendikaya Rojnamegerên Tirkiye (TGS) 142 rojnameger girtî ne.    Gulseren, anî ziman ku li gorî rapora Çavdêriya Medya ya BÎA bi hinceta heqaret li serokomar kirine der barê 163 rojnamegeran de bi giştî 10 caran cezayê muebeta giran û hezar û 973 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li rojnamegeran birîne û wiha got: "Di dozên der barê Hasan Cemal, Fatih Portakal, Alîcan Uludag, Berivan Bila, Nurcan Gokdemîr, Denîz Varli, Levent Gultekin de hatine vekirin hêj berdewam dikin. 16 rojnameger bune bersûc û şikdarên Erdogan."   Gulseren, destnîşan kir ku li gorî rapora Bîanetê di sala 2019'an de di nav 3 mehan de 40 rojnameger, nivîskar û karê nivîsê ji kar hatine dûrxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li hemberî çapemeniyê zext pêk tê, rastî tên veşartin, nûçe tên manîpûlekirin. Lê bi saya çapemeniya azad û berxwedêrên xebatkarên çapemeniyê rastî nayên veşartin. Em bi vesîleya Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê, em berxwedêrên çapemeniyê silav dikin."