Li Kerboranê mirina jinekê ya bi gûman 2019-05-03 14:38:37   MÊRDÎN - Li Kerboranê jina bi navê Rabîa Çelîk bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Kerboran a Mêrdînê li taxa Bahçebaşiyê, jina bi navê Rabîa Çelîk bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da. Hat îdakirin ku Rabîayê întîhar kiriye.  Cenazeyê jina dayika du zarokan bi ambûlansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê. Piştî otopsya li nexweşxaneyê cenaze li goristana Micir Safa hat definkirin.    Herwiha hat hat aşkerakirin ku hevjînê Rabîayê jî berî bi 2 salan di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest daye.