Li Bakirkoyê polîsan bi gaza îsotê û bi derbên plastîk êrîşî malbatan kirin 2019-05-03 13:26:49   STENBOL - Malbatên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne xwestin li ber Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Bakirkoyê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Polîsan bi gaza îsotê û derbên plastîk êrîşî malbata kirin.   Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Bakirkoyê girtîne ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Malbatên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne xwestin li ber Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Bakirkoyê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Polîsan bi gaza îsotê û derbên plastîk êrîşî malbata kirin. Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit û Sedat Şenoglu, Parlamenterên HDP'ê Zuleyha Gulum, Meral Daniş Beşdaş û gelek parêzeran piştgirî dan malbatan.    Polîsên ku girseya gihaşt ber girtîgehê sekinandin, diyar kirin ku ew destûrê nadin çalakiyê. Hevdîtin pêk hatin.    Polîsan piştre bi gaza îsotê û bi derbên plastîk êrîş kirin. Parêzer Ahmet Balkay û du dayikên girtiyan hatin binçavkirin.    Êrîşa polîsan a li ber girtîgehê dewam dike.