Ji Fadîle Tok re name hat şandin 2019-05-03 11:12:46   MEXMÛR - Ji bo dawîkirina tecrîda girankirî ku ev demek direj e li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê kirin ji 16'ê Kanunê de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) çalakiyên gireva birçîbûnê bê navber didome.   Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Piştigiriyên ji bo çalakiyên greva birçîbûnê didomin. Ji bo dawîkirina tecrîda girankirî ku ev demek direj e li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê kirin ji 16'ê Kanunê de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) çalakiyên gireva birçîbûnê bê navber didome. Îro berî ku koma 47'emîn çalakiyê dewir bigire deqeyek rêz ji bo têkoşerên azadiyê hat girtin. Her wiha nameya girtiyê bi navê Kerem Bilan ê li Girtîgeha Tipa E ya Trabzonê dimîne ya ji Fadile Tok re nivîsandibû hat xwendin. Li ser navê koma 46'an Sedîq Silopî axivî û got:"Bi salana ku têkoşîna li dijî faşîzmê didome. Em niha mîrateya Xeyrî, Ferhad û Mazlûman xwedî derdikevin. Ev xwedîderketandin ew ê bidome."   Piştre nameya girtiyê bi navê Kerem Bilan ê li Girtîgeha Tipa E ya Trabzonê dimîne ya ji Fadile Tok re nivîsandiye hat xwendin. Nameya Kerem Bilen ji aliyê xweşka wî Pakistan Bilen ve hat xwendin.    Di nameyê de wiha hat gotin:   "Hevala Fadîle te bi vîna xwe û îradeya xwe ya xurt serî netewand. Rihê te yê serhildêr û berxwedêr li berxwe dide. Me ji hêza te moral girt. Tu serê govendê dikişîne û fedakariyê dike. Tu xwedî dilekî pak û vînek mezin e. Her çiqas em durî hevbin jî û di nava 4 diwaanran de bin jî em dilê we yê ji bo azadiyê lê dide em his dikin. Em bi dil û can li gel we ne. Em ê teqez bi ser bikevin em dizanin. Ez bawer im ev rêwitî wê me ber bi bihara azadî û xweşkibûnê ve bigihine hev. Ji dilê min hat ku ez van rêzan binivisinim. Silavê hemû hevalê vir ji dil û can ji we re hene. Dilê me bi we re ne."   Dewirgirin bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan","Bijî Serok Apo bi dawî bû".