Mêrê ku zarok qetil kir bi cezayê muebeta giran hat cezakirin 2019-05-03 11:04:05   MÊRSÎN - Alîcan Kart ê ku zarokê 5 salî Muhammed  Dervî qetil kir, bi cezayê muebeta giran hat cezakirin.   Cenazeyê zarokê 5 salî Muhammed Dervîş ku malbata wî ji Sûriyeyê ji ber şer koçber bibû  di 19'ê Îlona 2017'an de li peravê hatibû dîtin. Muhammed ê ku cenazeyê wî hat otpsîkirin derket holê ku ji 43 cihên bedena xwe hatiye kêrkirin.   Bi daxwaza cezayê heta hetayê doz hat vekirin   Piştî bûyerê Alîcan Kart ê ku Muhammed qetil kir, hat binçavkirin.  Alîcan Kart piştî ku hat binçavkirin û îfadeya wî hat girtin ji aliyê dadgehê ve bi bi sûcdariya "Kesekî ku nikare xwe biparêze qetil kiriye" bi daxwaza ku cezayê heta bi hetayê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran doz hat vekirin.    'Êdî sebra min nema'   Di pêkanîna daneşîna 7'emîn a dozê de dayika Muhammed Ramîa Dervî û parêzerên tevli bûn. Ramîa ya ku di daneşînê de axivî xwest ku gûmanbar bi cezayê herî giran bê cezakirin û wiha got: "Êdî sebra min nema."   Heyeta Dadgehê, bersûc Alîcan Kart bi sûcdariya "Kesekî ku nikare xwe biparêze qetil kiriye" bi cezayê muebeta giran ceza kir.