Odeya Bijîşkan û SES: Wiha bidome dê jiyan bikeve xetere ye 2019-05-02 15:42:04   AMED - Odeya Bijîşkan a Amedê û Şaxa SES’ê ya Amedê bal kişandin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê û wiha gotin: “Em di serî de bang li hikûmet û wezaretên têkildar dikin ku girtiyên di grevên birçîbûnê de hîn jiyana xwe ji dest nedane xwe berpirs bibînin û bikevin nav hewldanan."   Odeya Bijîşkan a Amedê û Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) a Amedê têkildarî greva birçîbûnê û rojiya mirinê li avahiya Odeya Bijîşkan daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveberên Odeya Bijîşkan û SES’ê û Egîtîm Senê beşdarî civînê bûn û pankarta “Deng bide jiyanê bila mirin pêk neyên” daliqandin.    Daxuyaniya bi kurmancî Sekreterê Şaxa SES’ê Mehmet Nur Ulus û daxuyaniya bi tirkî jî Serokê Odeya Bijîşkan Mehmet Şerîf Demîr xwend. Mehmet greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven û bi hezaran girtî bi bîr xist û diyak kir ku di 90 zîndanan de çalakî didomin.    'Grev mijara sereke ye'   Mehmet anî ziman ku li gorî nameyên ku ji aliyê girtiyan rêxistinên tenduristiyê tên şandin û her wiha li gorî raporên di destê Komeleya Mafên Mirovan de tecrîda ku bûye mijara greva birçîbûnê wekî pirsgirêka herî sereke tê dîtin. Mehmet bal kişand ser hiqûq û qanûnan ên ji bo girtiyan û wiha got: “Bi awayekî bêhiqûqî zagonên heyî tên binpêkirin û esas nayên girtin. Armanca grevên birçîbûnê sererastkirina vê rewşê ye lê mixabin têkildarî mijarê di serî de Wezareta Dadê heta niha tu gav nehatine avêtin. Ji ber vê 15 girtiyên di greva birçîbûnê de di 30’ê Nîsana 2019’an de çalakiya xwe veguherandine rojiya mirinê. Ji bo rakirina tecrîdê li girtîgehên cuda 7 girtiyan çalakiya canbexşane pêk anîn û jiyana xwe ji dest dane."    'Divê muayenê ji hêla heyetên bijîşkan ên serbixwe bê kirin'   Mehmet da zanîn ku wan wekî Odeya Bijîşkan û rêxistinên tenduristiyê bi Wezareta Dadê û parêzerên girtiyan re gelek hevdîtin pêk anîn û derbarê van hevdîtinan de wiha got: “Di hevdîtinan de me anî ziman ku kesên ketine greva birçîbûnê rojê herî kêm divê 5 îskan av, 2 kevçiyê çayê xwê, 5 kevçiyê mezin şekir, kevçiyek qarbonat û 500 mg wîtamîna B1’ê bigrin, daxwaza wan a muayenekirina ji hêla heyetên bijîşkan ên serbixwe ve were pejirandin, divê rayedar wekî aliyê sêyemîn zextê li ser bijîşkan nekin, divê bijîşk jî li gorî Encamnameya Maltayê ya Yekitiya Bijîşkên Cîhanê nêzî çalakgerên greva birçîbûnê bin. Li gorî agahiyên ku gihêştine destê me di hinek zîndanan de wîtamîna B1’e, xwê, şekir û karbonat nadin girtiyan, hinek çalakgerên greva birçîbûnê davêjin hucreyan û her wiha tê gotin ku rewşa zîndanan a xerab piştî grevên birçîbûne her diçe ji bo çalakgeran dibe cihekî xerabtir.”    Mehmet nexweşînên li girtiyan peyda bûne wiha bi rêz kir:    * Mîde diêşe-dişewite, zikêş û dilxelîn tê dîtin * Dil dikute û sing diêşe * Dîtina çavan kêm bûye, guh dikin çingînî, li hemberî ronahî û bêhnê hesasî zêde bûye * Hevsengiya bedenê xera bûye, konsantrasyon kêm bûye, fêmdariyê de zehmetiyê dikişînin û ranazên * Sergêjî û serêşî çêdibe * Di axaftin û meşê de dijwarî tê dîtin.   'Wiha bidome dê jiyan bikeve xetere ye'   Mehmet destnîşan kir ku bi qasî ku ji gazinên girtiyan tê fêmkirin her diçe rewşa tenduristiyê ya girtiyên di greva birçîbûnê de xerabtir dibe û wiha got: “Wiha bidome dê jiyana wan bikeve xetere ye. Em encamên de jiyan dikeve xeterê yan jî tenduristî zirarê dibîne rast nabînin û erê nakin. Çalakiya grevên birçîbûnê jî ji wan yek e û li gorî felsefeya sereke ya pîşeya tenduristiyê ne di cî de ye. Ji ber vê yekê di çareserkirina vê pirsgirêkê de divê însan esas were girtin û sedemên greva birçîbûnê li gorî vê esasê ji holê werin rakirin. Ji bo bidawîbûna grevên birçîbûnê sepandina zagonên dewletê yên heyî bes in. Desthilatdarî divê demildest daxwaza çalakgerên di greva birçîbûnê de bi cî bîne ku çalakiyên ku veguherîne rojiya mirinê rawestî ne. Ji ber vê em di serî de hikûmet û wezaretên têkildar gazî hemû sazî, dezgeh, pêkhate û komeleyan dikin ku girtiyên di grevên birçîbûnê de hîn jiyana xwe ji dest nedane xwe berpirs bibînin û bikevin nav hewldanan. Wekî kedkarên tenduristiyê em careke din bang dikin. Siba dibe ku derengî be!”