Polîsan daxuyaniya malbatên girtiyên li Şirnexê asteng kirin 2019-05-02 15:20:09   ŞIRNEX - Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Şirnexê xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê û balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê, lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.    Malbatên girtiyan, piştî hevdîtinê xwestin li ber Girtîgeha Şirnexê daxuyanî bidin û balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya girtiyan. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Şirnexê ji bo piştgiriyê bidin daxuyaniyê hatin li ber girtîgehê. Di kêliya malbatan xwe amade kir ku daxuyaniyê bidin lê bi astengiya polîsan re rû bi rû man.   Malbatên girtiyan û rêveberên HDP’ê û DBP’ê derbasî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê bûn. Polîsan avahiya HDP’ê jî dorpêç kir. Malbatan di daxuyaniyê de wêneyên girtiyan hildan. Hevserokê HDP’a Şirnexê Zekî Îrmez diyar kir ku li Girtîgeha Şirnexê 20 girtî di greva birçîbûnê de ne û wiha axivî: "Girtî dixwazin Tirkiye hiqûqa xwe pêk bîne. Ji ber polîtîkayên tund ên AKP’ê 15 girtî dest bi rojiya mirinê kirin. Pêwîste gavek berê gavekê birêz Ocalan bikaribe bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Berevajî vê yekê tiştek neyînî li girtîgehan biqewime hikûmeta AKP’ê berpirsê vê yekê ye."    Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana zîndanan” bi dawî bû.