Xwendekarên Navenda Jinê yên Jinwarê dê konsera erbaneyê bidin 2019-05-02 15:16:31   AMED - Xwendekarên Navenda Jinê yên Jinwarê ya girêdayî Şaredariya Çinarê, dê konsera erbaneyê bidin.   Navenda Jinê ya Jinwarê ya girêdayî Şaredariya Çinarê ji bo jinan kursa erbaneyê vekir. Kursiyerên yekem perwerdeya xwe temam kirin. Dê jin piştî provayên xwe konsera erbaneyê bidin.    Xebatkara Navenda Jinê ya Jinwarê Civaknas Delal Kizilkan derbarê kursê de agahî da. Delalê got:"Navenda Jinê ya Jinwarê perwerdeyên zayenda civakî dide, filîm tên temaşekirin, her wiha di qadên cuda de xebat tên kirin. Niha jî me kursa erbaneyê vekiriye. Çimkî amûra erbaneyê hêza jinê derdixe holê."   Her wiha Delalê diyar kir ku ew ê xebatên xwe yên muzikê bidomînin û got:"3 meh berê em fikiribûn ku polek ji 15 kesî pêk tê vekin. Lê 30 jinî ders girtin. Serlêdanan dîsa dewam kir. Ji ber ku jin li vir perwerdeyê dibînin em kêfxweş dibin."   Delalê diyar kir ku dê konsera erbaneyê di 12'ê Gulanê de li Navenda Jinê ya Jinwarê bê dayin.