ÎHD: Li Wanê di 3 mehan de hezar û 35 binpêkirina mafan pêk hatine 2019-05-02 14:16:17   WAN - ÎHD'a Wanê rapora binpêkirina mafên mirovan a meha Çilê û Adarê aşkera kir û hat diyar kirin ku di 3 mehên dawiyê de hezar û 35 binpêkirina mafan pêk hatine, 223 kes hatine binçavkirin.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê li avahiya xwe binpêkirina mafên mirovan a meha Çile û Adarê ji çapemeniyê re ragihand. Rapor ji aliyê serokê ÎHD'ê yê Wanê Murat Melet ve hate xwendin. Di destpêka xwendina raporê de Murat bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku daxwazên girtiyên siyasî di cih de ne û divê tecrît bi dawî bibe.    Murat di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku di mehên dawî de binpêkirina mafan gihiştiye asta herî bilind û wiha axivî: "Li gorî raporê di sala 2019’an de di mehên dawî de 223 kes hatine binçavkirin û ji van 59 kes hatine binçavkirin. Dîsa ji aliyê polîsan ve herî kêm li ser 210 malan serdegirtin pêk hatiye. Herî zêde parvekirina ser medyaya civakî û endamtiya rêxistinê kes hatine binçavkirin û girtin. Em dixwazin bibêjin ku ev nêzîkbûn li dijî azadiya fikr û ramane ne. Li Wanê 3 mehan de Hezar û 35 binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin.”   11 kes di binçavan de bi îşkencerê re rû bi rû mane   Murat da zanîn ku di vê pêvajoyê de tundî û îstîsmara zayendî ji zêde bû ne û wiha dom kir: "Li gorî lêkolîna me jinek ji aliyê dayika xwe ve hatiye xenikandin û jiyana xwe ji dest daye. Her wiha 10 penaber jiyana xwe ji dest dane û 509 penaber ji hatine binçavkirin. Dîsa xwendekarê bi navê Mehmet Yildirim bi sedema zext û zordariya polîsan serî li komeleya me da. 11 kes di binçavan de bi îşkenceyê re rû bi rû hatine. Bi biryara walitiyê çalakiyên demokratîk hatine qedexekirin. Hevdîtina girtiyekî hatiye astengkirin û her wiha mafê agahî girtinê hatiye astengkirin.”   ‘Ji bo pirsgirêkan çareserî hewceye"   Murat di dawiya raporê de bi lêv kir ku divê ev bêhiqûqî bi dawî bibin û wiha dawî kir: "Divê ji zêdekirina binpêkirina mafan, zêdetir ji pirsgirîkan re bibin çareser û pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin. Di her şertan de divê cudahiya ol, al, çand û nijad bi tu awayî neyêkirin û ev nêzîkbûnê bi lez divê bê dawîkirin."