Partiyên Tifaqa Kurd çûn serdana hevşaredaran 2019-05-02 12:02:05   AMED - Nûnerên Tifaqa Kurd ku bi HDP'ê re di hilbijartina xwecihî de tifaq çêkirin, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen ziyaret kirin.     Nûnerên Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK-Bakur), Hereketa Azadî, Partiya Însan û Azadî (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Demokrat a Kurdistan – Tirkiye (PDK-T), Komeleya Şoreşgerên Demokrat ên Kurd (DDKD) ku bi HDP’ê re tifaqa hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê kirin, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen ziyaret kirin.    Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Musa Farisogullari û Îmam Taşçier jî bi nûnerên partiyan re çûn serdanê. Hevşaredar Mizrakli, heyet li ber deriyê şaredariyê pêşwazî kir. Nûnerên îtîfaqa kurd pirtûk diyarî Mizrakli kirin û kêliyek li gel hev sohbet kirin. Piştî serdanê heyet ji şaredariyê veqetiya.